spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kerikê Sêvan

Ka mirov çi dizane çi li pêşiya me re ye…
Îro min xwe da kêleka derî, li der, li derê, yanî li derve nerî û hundir ma li paş… Derî araf e, tê bi wê de herî yan vegerî! De tu dizanî.
Li derve nêrîn biguman e, derve mij û moran û nepenî ye. Li hêviya biryara te ye.
Li ber derî li derve dinerim. Darek min î sêvan xweşdîmen e. Kerikên sêvan daliqiyane ji guliyan. Li bin darê jî kerikê sêvan.

Ava derveyê ez li hundir vegerandim û dengê pîrka min Sosinê xweşawaz e…
“Kesek weke min zû nedimeşiya. Bi azana melê re min radhişt du satilên mast ku ji êvar de min hazirkirine, ser qîmaxên wan bi laçekeke şil paqij kirine, edilandine, paqij… divê bêleq bimeşim, an na wê mast bibe dew. Min çi digot; kesek mîna min nikare zû bimeşe û mastê xwe edem neke, îca divê zû bigihêm bazarê, min xwe ji malê berdida Cebanê Xerîban û hema bêje dibeziyam, min xwe dida peyarêkan, peyarêka Çavê Emero, Mehsera Gawiran, Nigê Dildilê, Kevirê Mîzê, Peyarêka Çem, Delav, Baxçekê Tahiro, Bîka Gewenda, Aşê Temir Beg… te hew dît ez li bin Tehta Kafircimcim e û sûk gavek dimîne, her çiqas ê min bikirê min amade ne jî, carina divê li hêviya bikiran bimanama… Stewrê bajarokeke biçûk e, niştecihên wê jî ereb, cira wan ne xweş e, lê ji ber ku ji malbata me xwevedigirin, nikarin bidin ser sênca min, ez û wan zêde li hev dikin, hezkirinek wan î malbatê û ehlaqên wê hene, dîsa motacî hêza me ne jî… ew xwe ji hêza xurt vedigirin, zanin em striyên stûr in, neyêser. Lê gundî, de ka anîna vê meseleyê û ser zimanan jî bobelat e.
Niştecihên gundiyên me Dengiza axilbe heywanan xwedî dikin, pez an jî dewar… Em dikarin bêjin debara wan li ser firotina barê êzingan e ku ev karê meran e, li ya din jî firotina satilên mast in. Gepa devê zarokên xwe qut dikin û dibin firotinê, li sûka Stewrê. Hûn nizanin bê zarok çiqasî li ser qîmaxê serê sibehê digirîn! Çenikik qîmaxê mast datînin ser gezek nan, ê ew jî ji wan dihat dizîn, mala tunetiyê xera bibe! Îca jinên navserê jî tê de, hema bibêje temam bî û extiyarên gund ên jin her sibe wek heba tizbiyê didan pey hev, berê wan li sûka Stewrê. Yên ku mastê wan tunebû jî, mastê maleke din, hema bibêje bi ribekî(25 kr) dibirin firotinê. Ez ê nekevim nav teşqeleyê firotina satilên mast…
Mesele li vegerê bû!

Li vegerê wê ew komên jinan têketanan nav baxçeyên stewriyan û ji wan hêvî bikirana ku kerikên sêv, mişmiş, incas û herwiha yên kurmî, yan jî yên ku ketine erdê bidin hev, ji xwe re bînin, bikin rizqê zarokan. Ha malweranî ev bû! De îca tehde, tehn, nifir û xeberên stewriyên bêîman, li serê selawatan!. Hilbet ên bi wijdan jî hebûn, lê ne zêde… De were, warê wan bi navê mislimaniyê ji wan hatiye stendin û ji dewra Emerê Kurê Hetab û vir ve, em kurd nikarin bibin cenanê axa xwe jî. Bi ser de derdê bindestiyê. Ma kê nizanibû ku begên ereban ev baxçe, aş, merg û rez çawa ji kurdan dizîne, standine bi navê şêx, beg û li ser navê îslamê… De dilo! Dema ku Heciyê me û neviyê min qala vê zilmê dikirin, tiştin ku li ber çavên min li dar diketin, hê zêdetir wate hildigirtin, de Xwedê nehêle…
Carinan min digot, em keftarê ser ardinekê ne! Keftarê ariyê ne. Belkî hûn nizanin, gundî ariya xwe li ber deriye xwe, li aliyê çep an rastê dirijînin, navêjin ser sergo, sergo ji bo zibil e. Ha ji wê ariyê re, ariya ku bûye kom dibêjin ardînek, jixwe hûn dizanin arî, hevnavê xweliyê ye jî, ica di ariya ardinekê de sîr diçandin û ji ber ku gund bej bû, sûd ji ardîneka xwe werdigirtin. Carinan jî şîva zêde, yan nane şewitî, yên ku ketine tenûrê, çekura qulbûyî (çekur, navê meşka hişk î ku qul bûye, ji tiştekî re nabe, ye), tiştên ji kar re nebin tavêtin ser ardînekê. Ha bi şev keftaran dihatin ew tişt dibirin, dikeritandin, zarok newêrîbûn bi şev ji ber van keftaran derkevin derve. Ha em jinên dengizî jî bûbûn mîna keftarê ardînekê, ji bo kerikên sêvan… Ma çiqasî sêvên stewriyan pir bûn, baxçe bêsînor, kerik jî ewqasî pir… Ha delalîno, hê jî hêstirên çavên min dibarin. Wexta ku niha em hatine çem û baxçê me heye, ez kerikan dixwim, hêsirê min ji bo wan jinan dibarin. Mala feqiriyê xera bibe. Niha dinya xweş e, ew roj herin venegerin. Mala min ê…”

Ez wiha ketime nava ava Gola Elo her kûr bûme, bi lorîna dengê pîrika xwe, bi hîrehîra hespê cîranê xwe, li xwe hay dibim. Herê bi ciwaniya xwe min jî hesp dajotin, wele siwariyekî ne xerab bûm, belkî ne wek xalê Ehmedê Arif “Nazîf.” Wele kerê bi bar jî di ber xorto de, dimeşe, ji nedît ve barê kerê wî diqulipe, kurtan dikeve bin zik. Min baz da ku alî wî bikim, ew jî ji hespê daket, me bar rast kir, bi werîs qenc jidand û heçî xeniqand, ku bi rihetî bar bighîne malê. Ez bawerim dema ku barê ezinga jidandibû, heçî qenc nexeniqandibû, loma bar ket… wey, min hûn birin kuderê, de hûn jî barê xwe xweş bar bikin, heçiyê xwe qenc bixeniqînin ku rêwîtiya azadiyê xweş bimeşe. Wan rojan em bêhtir li karê xwe yê siyasî-çandî-zimanî miqate bin delalîno, derveya xelkê ji me re nabe, em derveyî xwe biparêzin ku hundirê me jî aram bibe, lê mifteya aramiyê yekitî ye, bes xwe sist bikin.

Welat yar e, her maçek wê/wî bi hezar bela ye, de bila be, ma xune derî li dinyayê ketiye! Neyar çiqasî cî li me teng bike jî, em ê warê xwe biparêzin û warê azadiyê ava bikin…
Çiqasî êrîş bike, em ê ewqasî xurt bibin.
Dinya têra her kesî dike.