27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yê me nîne û kes jî nade me

Gelek caran me guhdarî li van gotinan kiriye: “Dewlemendî dana xweda ye; zêde kar bike, mesrefa pir neke û hinekî kom bike tê dewlemend bibî!” De ka em lê bikolin gelo ev gotinên li jor rastin an na?
Dewlemendiyên mirovan di her serdem û sîstemên (pergalên) cuda de ne mîna hevdu ne. Em ê li vir li ser dewlemendiya pergala kapîtalîst rawestin. Leo Huberman di pirtûka xwe ya bi navê “Människans Rikedomar” beşa duyem de cih daye pere, kapîtal û bêkapîtal çawa komî ser hevdu dibe.
Pere û kapîtal ne yek in. Ger tu ji bo ard bikire, nan bipêjê û bixwe, mastê xwe difroşe, pere nabe kapîtal. Gava tu bi rêya şîrketekê yan ji lihevhatinên din, ji bo pereyek zêdetir bidest bixî, genim dikirî û difroşî, wê demê pere dibe kapîtal. Helbet ev pere formek ji yên kapital in. Alavên berhemê wek avahî, mekîne, madenên xwezayî yên binerd û sererdê jî kapîtal in.
Gelek dibêjin dewlemendiyên bi rêya bazirganiyê, karê mirovên çavekirî û zîrek in. Ev gotin ji guhan re xweş tê, parekî jî rast dibêjin. Têgeha bazirganiyê peyveke lastîk e, kin û dirêj dibe. Lê wesfên bazirganiyê gelek û piralî ne. Ka em hinekî guh bidin gotinên zanistan yên li ser bazirganiya navbêna Lîmanên Îtalî bi welatên rojhilat re.
Di serdema ceng û seferên xaçperestan ên li hemberî rojhilat de, welatên rojavayê Ewropayê ne bêsebeb soza piştgiriyê dan komar- bajarên îtalî. “ Çaxa kutahî bi şerên ‘olî’ yên vê demê hat, kontrola împaratoriyek dewlemend di destê Venedîk, Genua û Pîsa de bû. Kolonyalistên îtalî piraniya xanîmetên xwe bi dest xistin. Bazirgan û bankêr, li benda şîpa dewlemendiyên ji Orientê bûn.” Di derbarê bazirganiya bi Orientê re, dibêje yek ji zanyarên xwedî gotin, John A.Hobson û dom dike: “ Bi vî rengî bingeha bazirganiya bi rantê hate avêtin. Vê bazirganiyê dewlemendiyên li welatê rojavayê Ewropayê komî ser hev kir û mîxê pêşketina bi duv re, ya metodên berhema kapîtalistî li van welatan danî.”
Serdema sedsalên 12 û 13’yan, li Îtalyayê em rastî van şopên xwe organîzekirina kapîtalistî tên. Diyare dewlemendiyên ji Rojhilat têra hilberînek berfireh û cidî ya kapîtalistî nedikir in. Pêwîstî bi herkek kapîtal î mezin hebû.
Biservebûna zêr û zîvên li Amerîka, qirkirina şêniyên xwedî cih, dagirkirina Hindistanê, nêçîra mirovên reşik ji bo di madenan de mîna koleyan kar bikin, bazirganiya kolan, sazkirina heremên himandî yên li Afrîkayê, zordestî, talan û gelek karên hovane didin pey hev û ji sedsala 15’an û vir de bi qasî pêwîstî pê heye kapîtal komî ser hev dibe.
Derbarê xapandin, bêbextî, koledarî ya kolonyalistên ewropayî û ne ewropayî de gelek dîrokzan, lêkolîner û rojnemavanan têra xwe nivîsîne. Ka van metodên kolonyalistan çawa profîtên bêsînor bi dest xistine, pereyek bêhejmar komî ser hevdu kirine û kapîtal zêdetir kirine
Ji bo produksiyonek berfireh a kapîtalistî pêdivî bi faktorek din hebû; faktorê hêza kar. Hêza ku di serdema feodalizmê de alavên berhemê ji dest çûbûn. Bêyî vê hêza kar mirov nikare kapîtal wekî kapîtal bikar bîne, ango kapîtal profîtê saz bike. Bêyî kombûna kapîtal, bêyî hebûna çîneke kirêkar a bê mal û milk lê azad û mecbûr bû ji hinekan din re kar bikin, şoreşa endustrî pêknedihat.
Başe kapîtalist çawa profîtê (kara xwe) bi dest dixin? Xuyaye ne ji alavên berhemên, lewra ew mesref in, lê di encamê de ji nirxê zêde yê ji hêza kar kapîtalist dewlemend dibin. Kapîtalist hêza kar dikire. Ji bo kirêkar bikaribe bijî û berhem dom bike, mûçe dide kirêkaran û keda zêde yê dimîne jî davêje cefanên xwe.
Ango dewlemendiya ku kirekar saz dikin lê kapîtalist dest datînin ser. Loma jî ev tirs, buhabûn, çavsorî, belengazî, xîzanî û buhabûn…
Rê bidin min ez hin gotinên zanyarê alman Karl Marx di derheqê peran û kapîtal de bi we bighînim: “ Çaxê pere… dertên ser rûyê erdê, li her aliyek hinarkên rûyê wan şanek ji xwînê heye û kapîtal jî ji serî heta binî, ji her qulek çerm, bi xwîn û qirejê dilopan dike.”
Dikare kapîtalîzm û wek çînekî kapîtalist (burjuwazî) hin caran, li hin deran rengê kirasên wan û bejin û bala wan ne mîna hev bin, lê armanca wan yek in. Ev yek, bi hemû tazîbûna xwe li Kurdistanê li ber çavan e.
Vêca; … yê me nîne û kes jî nade ma!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê