3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

12 bajar li Semra Guzel xwedî derketin

Nûner û rêveberên TJA, HDP û rêxistinên civakî li gelek navendan destnedayîna Semra Guzel şermezarkirin. Parazvanên mafên mirovan û siyasetmedarên kurd, li Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Riha, Wan, Edene, Mêrsîn, Antalya, Hatay û Semsûrê bi tevlibûna parlamenter, endam û rêveberên HDP’ê daxuyanî dan. Rêveber û nûneran di çalakiyê de destnedayîna parlamenter Semra Guzel şermezar kirin.

Mêrdîn  

Nûner û rêveberên HDP’ê li pêşiya HDP’a Mêrdînê bi beşdariya Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê di daxuyaniyê de pankarta “Semra Guzel parlamentera gel û vîna jinan e” vekirin. Ebrû Gunay diyar kir ku ji sala 1994’an heta niha, di nava 28 salan de desthilatdarî û partiyên muxalefetê guherîn lê dema mijar dibe dijminatiya kurdan, hemû bi hev re bi yekdestî êriş dikin û îradeya gelê kurd xesp dikin. Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

 Amed

Li Amedê jî piştî 2’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’a Çinarê, beşdarên kongreyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek endamên partiyê jî amade bûn. Parlamenter Tosun di daxuyaniyê de axivî û got; “Wêneyê Guzel, wêneyê vê erdnîgariyê ye. Kî çi dike bila bike lê jinên kurd dê tu carî serî netewînin. “

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy anî ziman ku dixwazin bi darbeyan siyaseta demokratîk a kurdan tune bikin û wiha got: “Bi awayekî li diji hiqûqê destnedayîna Guzel rakirin. Em vê polîtikayê şermezar dikin.

Daxuyanî, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bi dawî bû.

Êlih

Li Êlihê jî nûnerên TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê bi heman armanê daxuyanî dan û destnedtayîna Semra Guzel şermezar kirin. Girseya li pêş avahiya HDP’ê kom bûn pankarta “Semra Guzel wekîla gel e, vîna jinan e.” Vekirin. Di civinê de Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Hurriyet Kaytar, anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê siyaseta demokratîk tehamul nake û got: “Semra Guzel wekîla gel e. Destnedayîna Guzel di heman demê de nenaskirina vîna gelê Amedê ye.

Sêrt

Li Sêrtê jî Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Dayikên Aştiyê, nûnerên TJA û HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Girse li pêş avahiya HDP’ê ya Sêrtê kom bûn daxuyanî dan. Her çend polîsan xwest asteng bikin jî Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, bertek nîşanî polîsan da. Daxuxuyanî çepik û dirûşmeyan bi tilîlîyan bi dawî bû.

Riha

Li Rihayê jî endam û rêveberên HDP’ê li pêş avahiya HDP’ê ya Rihayê daxuyanî dan. Nûnerên TÎP, KESK û hevserokên HDP’ê yên Ruhayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê di çalakiyê de pankarta “Semra Guzel wekîla gel e, vîna jinan e” vekirin û daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku 4 partiyên li meclisê li dijî HDP’ê bûn yek û destnedayîna Semra Guzel rakirin. “

Wan

Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî bi heman armancê li pêş avahiya HDP’ê ya Artemêtê daxuyanî dan. Rêveberên HDP’ê li vir jî heman pankart vekirin û dirûşmeyên “Parlamenter Semra vîna me ye” berz kirin.

Li Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Dîlok û Semsûrê jî endam û rêveberên HDP’ê bi heman armancê daxuyanî dan û destnedayîna Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel şermezar kirin.