28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mejiyê darbeyê 28 sal in li ser kar e

Îro 2’ê Adarê  ye. Di 1’ê Adarê de Meclîsa Tirkiyeyê bi dengê zêde destnedayîna Parlamentera HDP’ê Semra Guzel betal kirin. Heman Meclisa Tirkiyeyê 28 sal berê dîsa der barê parlamenterên kurd de heman biryar dabûn û rê li pêş siyaseta demokratîk girtibûn. Bi minasebeta salvegera darbeya siyasî û destnedayîna wekîla HDP’ê Semra Guzel, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berîvan Altan der barê hewldanên darbeya siyasî de nûçeyek amade kir.

Desteya Giştî ya Meclisê li ser rakirina destnedayîna Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel nîqaş kirin. Piştî niqaşan rakirina destnedayîna Guzel erê kirin. Destnedayîna Guzel di salvegera darbeya 2’yê Adara 1994’an ku li dijî parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) pêk hatibû rakirin. 28 sal berê li dijî parlamenterên kurd darbe pêk hat. Piştî 28 salan hişmendiya darbeyê didome. Li gel ku 28 sal bi ser wê darbeya 2’yê Adarê re derbas bûn jî lê tiştek ku li parlamentoyê hatibe guhertin nîne.

Bi rakirina destnedayîna parlamentera DEP’ê yekem car li Tirkiyê darbeya siyasî pêk hat. Parlamentera DEP’ê Leyla Zana li Desteya Giştî ya Meclisê bi kurdî sond xwaribû. Pişt re parlamenterên kurd bûn hedef. Ev hedef bû sedema girtina parlamenteran. Serokwezîr, Serokkomar, wezîr û rayedarên wê demê gef li parlamenterên kurd xwaribûn û lez dikirin ku parlamenterên kurd werin girtin.

Parlamenterê DEP’ê Orhan Dogan kêliya ku hevdîtina rakirina destnedayîna wan dihat kirin, li Desteya Giştî ya Meclisê gotibû, “Em ji rakirina destnedayînê û darizandinê natirsin.”

DEP girtin

Di dengdayîna destnedayîna li Meclisê de parlamenterên DYP, ANAP, BBP û hin parlamenterên CHP’ê dengên “erê” dabûn û destnedayîna parlamenterên DEP’ê di 2’yê Adara 1994’an de hat rakirin. Orhan Dogan û Hatîp Dîcle biryar girtin ku ji Meclisê dernekevin. Polîs ketin Meclisê û bi darê zorê Dogan û Dîcle binçav kirin. Wêne û dîmenên binçavkirina Dogan û Dîcle yên wê rojê mohra xwe li dîroka siyaseta Tirkiyê dabû û hêj ew dîmen di bîra her kesî de ye. Parlamenterên DEP’ê hatin girtin û di hezîrana 1994’an de jî DEP hat girtin.

14 hezar kes hatin binçavkirin

Ev pêvajo tenê bi rakirina destnedayînê, girtina parlamenteran û girtina partiyê re sînordar nebû. Di heman sala Darbeya DEPê de li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 14 hezar û 473 kes hatin binçavkirin, bi giştî 537 sal ceza hat birîn, 292 cînayetên kiryar nediyar pêk hatin, 5 hezar kesan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, hezar û 500 gund hatin şewitandin, bi hezaran kes neçar ma ku koçber bibin.

Parlamenter 10 salan girtî man

Di encama dozê de 15 sal cezayê girtîgehê li parlamenterê DEP’ê birîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku doz ji bo wê hatibû veguhestin biryar da ku mafê darizandina adil a parlamenterên DEP’ê hatiye binpêkirin. Di sala 2004’an de, Dadgeha Bilind ev ceza betal kir. Parlamenterên DEP’ê Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Orhan Dogan û Selîm Sadak ên ku bi darbeya siyasî hatibûn girtin, piştî 10 salan hatin berdan.

Destûra bingehîn nas nekirin  

Îktidara AKP’ê ya ku li ser şopa Tansû Çîller xwe bi rê ve dibe, di 12’ê nîsana 2016’an de ji bo rakirina destnedayîna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşniyara rakirina destnedayînê amade kir. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di 13ê Nîsana 2016’an da daxuyanî dabû û gotibû, “Li dijî destûrê ye, lê em ê bibêjin erê.”  Bi dengdana ku di 20’ê Gulana 2016’an de li Meclisê hat kirin, destnedayîna hevserok û parlamenterên HDP’ê hat rakirin. Piştî vê pêvajoya darbeya siyasî şeva 4’ê Mijdara 2016’an 9 parlementerên ku di nav wan de Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên wê demê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî hebûn hatin binçavkirin û girtin. Pişt re jî 3 wekîlên ku destnedayina wan hatibû rakirin hatin binçavkirin û girtin. Di vê pêvajoyê de avêtin ser avahiyên HDP’ê, herî kêm 10 hezar endam û rêveberên partiyê hatin binçavkirin û girtin.

 Feraseta CHP’ê dubare bû

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di 19’ê Tebaxa 2019’an de piştî hilbijartinana xwecihî demeke kin polîtîkaya qeyûm ji nû ve xist dewrê û rûpeleke din a reş li siyaseta Tirkiyeyê zêde kir. Destnedayîna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû, bi xwendina cezayên girtîgehê yên ku beriya niha di vê pêvajoyê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibûn dayîn û erê kiribû, di Desteya Giştî ya Meclisê di 4’ê Hezîrana 2020’an de hat rakirin. Ev destwerdana ku ji aliyê parlamenterên CHP û HDP’ê ve bi dirûşmeyên “Li Meclîsê darbe heye” dij derketin, bi dawî nebû. Tevî vê yekê jî CHP’ê, mîna Darbeya 4’ê Mijdarê, di rakirina destnedayîna Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de careke din rika xwe ya li dijî parlamenterên kurd nîşan da û di rakirina destndayînê de dengên “erê” da.

Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik ê ku di darbeya 2’yê Adara 1994’an de parlamenterê DEP’ê bû û Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel a ku bi konsepta darbeya 4’ê Mijdara 2016’an hatibû girtin û demek beriya hat berdan têkildarî  darbeya li dijî parlamenterên kurd ji ajnsa me re axivîn.

Sakik: Ku mesele kurd bin mejî yek e

Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik ku di sala 1994’an de li dijî rakirina destnedayîna xwe bi gotina “Eger tu parlamenterekî bi eslê xwe kurd bî, tu bibêjî kurd hene, li dijî te cezayê darvekirinê tê dayîn. Di demokrasiyê cotstandiyek wiha nabe” tê nasîn, îro jî li dijî van darbeyan derdikeve. Sirri Sakik ji bo tiştên duh li dijî Semra Guzel qewimîn got: “Di pirsgirêka kurd de ti guhertin û veguhertinek nîne. Xeletî ji damezrandina Komarê ve heta niha hatine dubarekirin. Îro jî ew xeletî tên dubarekirin.”

Sakik anî ziman ku îktidarên li vî welatî hewl didin pirsgirêkên li welêt veşêrin û wiha got: “Me bang li kesên ku wê rojê destnedayîna me rakirin; ‘Hûn parêzbendiya me rakin, em diçin. Lê di wextek zû an dereng de em ê dîsa vegerin, lê hûnê li vir tune bin’. Rast e em dîsa vegeriyan, dema em hatin tu kes ji wan tune bû. Îro yên ku destnedayînê radikin jî wê helak bibin. Ez bawer im ku wê gelê me di demek kin de bersiva van xeletiyan bide.”

Sakik anî ziman ku mûxalefetê ji dîrokê ders dernexistiye û got: “Ji aliyekî ve mûxalefet behsa guhertin û veguhertinê dike û ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê hevdîtinên nû li dar dixe. Dibêjin dê sedsaleke nû ava bikin, lê li gorî wan mafê kurdan nîne di sedsala nû de bijîn. Ger tişta duh kirin rast bûya, diviyabû ev pêngava ku îro avêtine pêk nehata. Lê mixabin dema pirsgirêk bi kurdan re be û dema kurd dibin mijar tu ferqa AKP, MHP, CHP û ÎYÎ Partiyê ji hev namîne.”

Sakik da zanîn ku kurd di nava sedsaliya komarê û demokrasiya parlamenteriyê de di pêvajoyeke êş û kul de derbas bûn û got: “Êdî kurd nikarin vê yekê tehemûl bikin. Divê em yekîtiyeke mezin pêk bînin, bayê guhertin û veguhertinê lazim e.”

 Demîrel: Hişmendî neguheriye

Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel a di Darbeya 4’ê Mijdarê de hat girtin jî anî ziman ku zîhniyeta desthilatdaran ji berê heta niha neguheriye. Demîrel destnîşan kir ku ne tesaduf e ku parêzbendiya Guzel di salvegera 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Darbeya 2’ê Adarê de hatiye rakirin û got: “Divê êdî ev zîhniyet ji holê rabe. Tepisandina siyaseta demokratîk û rakirina destnedayîna wan derbeyek li vîna gelê kurd e. Me tu carî ev darbe, operasyonên qirkirina siyasî qebûl nekir. Ev polîtîka çareseriyê naynin. Dîrok yek ji vana efû nake. Heya ku zîhniyeta milîtarîst û serdest a mêr neguhere, ev yek wê bibe sedema windakirina gelên Tirkiyeyê. Pêwîste destên xwe ji ser kurdan rakin.”

Demîrel li muxalefetê re jî wiha got: “Mixabin dema mesele dibin kurd, hemû alî dibin yek. Me careke din dît ku desthilatdarî û muxalefet xwedî heman zihniyetê ne. Darbeya siyasî ya dawî wê ti encam bi xwe re neyîne. Yên bi ser bikevin wê jin, kurd û siyaseta demokratîk be. Ti astengî nikare pêşiya siyaseta demokratîk bigire. Yên ku wê vê pêş bixin wê jinên kurd bin.”