4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevî ambargoyan êrîşên Rûsyayê hefteyek e didomin

Îro êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê dikeve roja heftemîn. Di roja heftemîn de bombebarana li ser bajarên Ukraynayê berdewam dike. Tevî ambargoyên giran ên ku roj bi roj ji alî welatên NATO ve li dijî Rûsyayê pêk tên, êrîşên artêşa Rûsyayê her ku diçe zêdetir dibin. Herî dawî Amerîkayê ezmanê xwe bi carekê re ji balafirên Rûsyayê re girt.

Volodimir Zelenski: 6 hezar rûsî hatin kuştin

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski di roja heftemîn a êrîşên Rûsyayê de anî ziman ku ew jî wekî gelê xwe roja xwe di navbera berxwedan û parastinê de derbas dike. Zelenski der barê armanca Rûsyayê de wiha got: “Di van şeş rojên dawî de derdora 6 hezar rûsî hatine kuştin, Rûsya bi topebaranê nikare destwerdana Ukraynayê bike”. Zelenski da zanîn ku rûs der barê Kîevê de tiştekî nizanin û got: “Rûs tiştekî der barê dîroka Kievê de nizanin. Tenê fermana kuştina me dane. Fermana tunekirina welatê me dane. Ez bang li cîhanê dikim ku di vî şerê li dijî me de bê alî nemînin.”

Ji alî din ve artêşa Ukraynayê destnîşan kir ku Rûsyayê hin hêzên xwe yên taybet li Xarkîvê bicih kirine û êrîşî nexweşxaneyekê kirine. Li bajarê Somî jî di navbera leşkerên wan û yên Rûsyayê de şerê dijwar heye. Topebaran û êrîşên bi fûzeyan li dijî bajarên Xarkîv, Xerson û Donîtsîkê berdewam dikin.

Li paytext Kievê qedexeya derketina derve berdewam dike û xelkên vî bajarî jiyana xwe di stargeh û jêrzemînan de berdewam dikin. Rojane di encama topebarana artêşa Rûsyayê de sivîl tên kuştin.

Xarkîv li rojhilatê Ukraynayê ye û nifûsa wê 1.4 milyon e, piraniya wan bi rûsî diaxifin û ji roja pêşî ya êrîşa Rûsyayê de hewldanên ji bo desteserkirina vî bajarî berdewam dikin.

Bakjarê Xerson jî ku hin aliyên wê ketibûn destê leşkerên Rûsyayê di şeva 1’ê Adarê şerê giran derket. Di şer de leşkerên Ukraynayê leşkerên Rûsyayê hinekî bi paş de dabûn.

Ji aliyekî din ve wezîrê parastinê yê Ukraynayê diyar kir ku ew hêzên xwe yên parastinê xurtir dikin û wiha got: “Di dema dawî de me hinek balafirên din ên bê mirov kirîn û dê fûzeyên stînger û Javlen jî di demeke nêz de ji me re bên.”

Hêjayî gotinê ye ku îro li ser sînorê Belarûsyayê dê cara duyemîn heyetên Rûsya û Ukraynayê yên ji bo diyalogê werin ba hev û diyaloga ji bo îlankirin agirbestekê berdewam bikin.