18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zehmetiyên li pêşiya hikûmeta nû ya Lîbyayê

Parlamentoya Lîbyayê di 1’ê Adarê de bawerî da serokwezîr Fethî Başaga ku dest bi avakirina hikûmetekê bike. Serokê parlamentoya Lîbyayê Aqîla Salih diyar kir ku ji 101 dengê parlamenterên 92 parlamneteran dengê xwe daye Fethî Başaga û êdî dikare dest bi avakirina hikûmeta xwe bike.

Ji aliyekî din ve serokwezîrê hikûmeta demî ya berê Abdulhemîd Dubeybe li dijî Başaga gelek hewldan kirin û nedixwest ku kursiya xwe teslîmî wî bike.

Bê guman hem aliyê Başaga û hem jî aliyê Dubeybe û alîgirên wan ên çekdar, her yek ji wan pişta xwe dida hêzeke leşkerî.

Fethî Başaga piştî ku destûra xwe ji parlamentoyê girt êdî dê derbasî Trablusê bibe ji bo ku peywira serokwezîrtiyê li şûna Abduhemîd Dubeybe berdewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku gelek astengiyên mezin li pêşiya vê hikûmeta nû ne. Di serî de mijara derxistina komên çekdar ên biyanî û lidarxistina hilbijartinan.

Hikûmeta demkî ya berê bi serkêşiya Abdulhemdî Dubeybe nikaribû van herdu pirsgirêkên sereke çareser bike, ne dikaribû komên çekdar ji welatê xwe derxîne ne jî hikbijartinan pêk bîne.

Bêguman ev herdu pirsgirêk gelek zor û zehmet in û ji bo ku hikûmeta nû bikaribe wan çareser bike hewcedarî bi alîkariya hemû aliyên siyasî û leşkerî ên Lîbayayê heye.