4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Wezîr Kaşaxî: Pergala Rûsya û NATO yek e

Şerê li Ukraynayê 7 roj in didome. Rûsya di 24’ê sibatê de li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin. Artêşa Rûsyayê ket sînorê Rojhilat û Başûrê Ukraynayê û piştî şer koçberiyek zêde dest pê kir. Bi sed hezaran welatiyên Ukraynayê koçî Polonyaye kirin. Li aliyê din bi destpêkirina şer re qeyrana aborî zêde bû. Şer herî zêde bandor li ser welatiyan kir.

Rojnamevan Wezîr Kaşaxî têkildarî rewşa şerê li Ukraynayê û bandora şer a li ser gel nirxandin kir.

Kaşaxî anî ziman ku Rûsya piştî dest bi şerê li dijî Ukraynayê kir, rewşa aboriyê xera bû û wiha got: “Ji ber siyaset parçe bû bandora xwe li ser aboriyê kir. Berê siyaset yek parçe bû. Lê niha siyaset bûye du par. Niha hêza leşkerî û Wezareta Karên Derve vî şerî bi hevre dişemînin. Ji ber ku li dijî civaka Rûsyayê ambargo heye, lêçûna civakê pir zêde bûye. Ji sedî 70-80 zexîre û xurekê Rûsya ji dervê sînor tê. Ji ber vê yekê bardora aborî pir li ser gel pêş ket. Dewleta Rûsyayê ewil got em ji bo her tiştî amade ne. Em dikarin hemû pêdiviyên gelê xwe pêk bînin. Piraniya civakê baweriya xwe pêk anî. Ji ber ku di sala 2014’an de jî rewş ji niha bêtir xerabtir bû. Wê demê jî civaka rûs bêtir bi şopa xwarin û vexwarinê ket. Ji ber ku wê demê jî her tişt 3 qat buha bû. Niha vê qeyrana Ukranyayê jî li ser Rûsyayê bandorek mezin kir. Niha gelê rûs ketiye panîkê. Nêzî 200 milyar pereyê xwe yê rûsî ji bankayan kişandiye. Ev pere pergala dewletê dimeşîne. Vê yekê li ser civakê bandarek zêde kir û dewlet ketiye tengasiyek mezin. Welatên Ewropa bandorek mezin li ser Rûsya kir. Pakêtek pir mezin danî ser Rûsya. Niha dixwazin derdora serokê dewletê vala bikin û dixwazin serokê dewletê bi dest bixin. Îngilistanê jî got ‘Dijminê me ne gelê Rûsyayê ye. Dijminê me serokê dewletê ye. Ji ber vê yekê dixwazin derdorê serokê dewleta Rûsyayê vala bikin. Niha dixwazin hêdî hêdî planên xwe pêk bînin. Plana li dijî sovyetê plana Îngilizan e. Di 20 salên dawî de serokê dewleta Rûsyayê ji ben kontrola îngîlîzan derked.”

‘Bi avakirina Împaratoriya Rûsyayê li meseleyê dinerin’ 

Kaşaxî destnîşan kir ku divê biçûk li siyaseta Rûsyayê mêze nekin û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku ew mezin li xwe dinerin. Bi armanca avakirina Împaratoriya Rûsyayê li meseleyê dinerin.”

‘Di şer de gel winda dike’

Wezîr Kaşaxî bal kişand ser berjewendiyên dewletan jî û wiha got: “Di şer de gel winda dike. Di şer de gel zarokên xwe winda dikin. Dewlet tiştekî winda nake. Îro dewletên wekî Rûsya xema wê nîne ku 300 hezar biçe Polonya an jî 500 hezar mirov koçî Rûsyayê bike. Niha Rûsya axa wê pir mezin e û nifûsa wê kêm e. Niha 20 milyon ûkraynayî bên Rûsyayê, Rûsya nabêje na. Ji bo Rûsyayê pir baş e. Li vir herî zêde gel winda dikin. Niha civaka Rûsya bûye du par. Parek piştgiriya şer dikin. Parek li dijî şer e. Parek malbata wî ûkraynayî ye. Parek li Rûsyayê ye. Di navbera herdu paran de qeyranek heye. Di qeyrana 2014’an de di nava gelan de dijberiya hev zêde tune bû. Niha gel pir ditirse ku zarokên wan bişînin şer. Gel ji dewletê re dibêje ev şer ji bo kê ye?

Di vî şerî de sûcê gelê ukraynayî û gelê ûrîs tune ye. Li vir rola Îngistan pir zêde ye. Di vî şerî de rola Nato û Îngilistan pir zêde ye. Rûsya diyar dike ku li dijî gelê ukraynayî şer nakin, li dijî rêveberiya Neonarsîstan şer dikin. Niha dewletê zêde xwe bi ingilizan ve girêdaye. Wekî Tirkiyeyê zêde xwe bi çeteyan ve girêdaye. Rûsya dibêje ‘Ez ne li dijî ukraynayiyan şer dikim. Ez li dijî çeteyan şer dikim’.”

Ukrayna deriyê herî girîng ê Rûsyayê ye

Rojnameger Wezîr Kaşaxî bal kişand ser planên NATO û wiha axivî: “Du milê NATO û Îngilistanê heye. Yek jê milê Kafkasyayê ye. Ya din jî rêya milê Balkanan e. Dixwazin du deriyên Rûsyayê bigirin. Ukrayna deriyê herî girîng ê Rûsyayê ye. Eger Rûsya wî derî li NATO veke, dê Belarûsyayê jî winda bike. Lê ku Rûsya li Ukraynayê bi ser bikeve dê li Kafkasyayê jî bi ser bikeve. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê refê xwe diyan nekiriye. Hem piştgiriya Ukraynayê dike, hem piştgiriya Rûsyayê dike. Dewleta tirk windakirina wê ya herî mezin Ukraynayî ne. Ji ber ku Bayraktarên herî erzan ji Ukraynayiyê tên komkirin. Tang û topên nîv buha ji Ukraynayê distînin. Milê Kafkasyayê ji bo Rûsyayê pir girîng e. Îro qaşo hevdîtinên ermeniyan û tirkan çêdibe. Ew demkî ye. Di 2008’an de jî di navbera ermeniyan û tirkan de hevdîtin pêk hatin. Lê roja dawî Rûsya hemû peyman betal kir.”

Rûsya û NATO Efrîn bi hevre teslîm kirin

Rojnameger Kaşaxî, li ser xeta sêyemîn û pergala dewletan jî ra westiya û wiha got: “Niha li vir xeta siyemîn di xeterê de ye. Ji ber ku hêj difikire têkoşîneke çawa dîne pêş xwe. Dewlet xwedî derfet in. Lê xeta sêyemîn hêj rêbaza xwe diyar nekiriye. Li milê rojava gel li gorî paradîgmaya Rêber Ocalan hedefa xwe diyar kiriye. Lê gel li milê Rûsyayê pergala xwe diyar nekiriye. Ji ber ku gelê li vir li gorî pergala teknolojiyê xwe bi rêxistin kiriye. Her tişt rojane ye. Bi axê ve ne girêdayî ye. Li vir yên xwe pir xurt bikin dê sibê karibin bêjin ‘em hene’. Pergala Rûsya û NATO tev yek in. Niha Rûsya ji gelê xwe re dibêje ‘Ez dewletek sosyalîst im’ qaşo sosyalîst e. Îro li dijî Îranê Amarîka û Rûsya bi hevre civînan pêk tînin. Li Sûriyeyê jî wekî ku Rûsya û Amarîka li dijî hev in. Lê ne wisa ye. Li pişt perdeyê dostê hev in û li pêş perdeyê neyarê hev in. Serêkaniyê, Efrîn û Grê Spî bi hevre teslîm kirin.  Wekî polîsê baş û polîsê xerab tev digerin. Lê herdu jî polîs in.”

Rûs û ukraynî miletek in bi hevre ne

Kaşaxî da zanîn ku gel li gorî siyasetê tev nagere û wiha pêde çû: “Îro rûs û ukraynî miletek in. Wekî goran û soran. Lê tenê zimanê wan cuda ye. Îro ûkraynî û rûs jî yek in. Li dijî vî şerî nêzî hezar rewşenbirên rûs û ûkraynî diyar kirin ku li dijî vî şerî ne. Lê hêzên dewletê ku dixwazin vî şerî pêş bixin bi rêya çapemeniya xwe van mirovan reş dikin. îro siyaset çi dibe bila bile gelê ûkraynayî û rûsî bi hevre ne.  Lê di 8   salên dawî de dewleta Ukraynayê zimanê rûsî tev qedexe kirin. Dibistanên rûsan tev girtin. Rojnamevanên rûsan tev girtin.”

Rojnameger Wezîr Kaşaxî herî dawî li ser pêşeroja şer jî rawestiya û wiha got: Niha li milekî hevdîtin tê kirin, li milê din şer heye. Paytexta Ukraynayê ketiye dorpêça Rûsyayê. Hindik maye Kîev bikeve. Ku paytext bikeve Rûsya çibêje wê ew be. Niha hêza gel ya li dijî vê yekê tune. Lê helwesta gel diyar e. Dikare helwest û dijberiya xwe nîşan bide. Naxwaze bê kuştin. Lê vî şerî protesto dike. Helwesta xwe ya demokratîk nîşan dide. Niha ambargo ji ser Rûsya rabe an ranabe ne diyar e. Lê gel perîşan bûye. Niha hevdîtinên tên kirin dê wekî Socî û Astana pêk bên. Kengî bixwazin dê agirbest îlan bikin û kengî bixwazin dê bombebaran bikin.”