12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: DAIŞ tune ye ez heme

Gulfer Akkaya  ku di Doza Kobanê de tê darizandin, diyar kir ku ew di qetlîama Gara Enqereyê de birîndar bûye û rv tişt got: “Di dosyeyê de DAIŞ tune ye, lê ez heme. Bi rastî jî ez ji vê fêm nakim.”

Rûniştina duyemîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.

Siyasetmedarên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Danişînê bi parastina Gulfer Akkaya ya negirtî tê darizandin berdewam kir. Akkaya anî ziman ku seranserî dozê ew nizane çawa bûye endamê kîjan rêxistinê, têkildarî vê yekê agahî nedane wê û ew nizane wê parastina xwe têkildarî çi bike.

Akkaya, destnîşan kir ku di îdianameyê de tu delîlek şênber tune ye û ew bi awayek eşkere nizane bi çi tê sûcdarkirin. Ayfer Akkaya anî ziman ku ji ber jin li ser peyarêyek nepoxên di destê wan de rûniştine bûye hinceta “dabeşkirina welat.” Akkaya da zanîn ku ji ber wê di nava partiyek wek HDP’ê de têkoşiyaye û têkoşîna jinan meşandiye îro tê darizandin.

‘Di dosyayê de DAIŞ tune ye ez heme’

Akkaya, parastina xwe wiha domand: “DAIŞ di vê dosyeyê de cih nagire. Ev di warê hiqûqî de kêmasiyek mezin e. DAIŞ rêxistnek terorî ya li dijî jinan e. Dijminê jinan e. Jinan wek xenîmet dibîne û viya bi rêya medyayê belav kirin. Tenê ne zarok, di heman demê de dijminê zarok û mirovahiyê ye. Di vê dosyeyê de DAIŞ tune ye. Ew tune ne lê femînîstek wek min di dosyeyê de cih digire. Ez di qetlîama 10’ê Cotmeha 2015’an de birîndar xelas bûm. Hê jî di ranên min de parçeyên şarapnelê hene û DAIŞ’ê vê qetlîamê pêk anîbû. Berpirsiyarên vê komkujiyê yên esasî nehatin girtin. Di dosyeyê de DAIŞ tune ye lê navê min heye. Bi rastî jî ez ji vê fêm nakim. Çi sûcên xistine stûyê min qebûl nakim. Ez viya wek tundiya dewletê li ser xwe dibînim. Ez dixwazim ev bi dawî bibe.”

Bertek nîşanî redkirinê da

Parêzer Îbrahîm Ergun jî axivî û bertek nîşanî şandeya dadgehê da ku her tim her daxwazên siyasetmedar û parêzeran red dike. Ergun, xwest tedbîra kontrola edlî ya li ser miwekîla wî Akkaya bê rakirin û der barê wê de biryara beraetê bê dayîn.

Piştî axaftina Ergun şandeya dadgehê heta sibehê navber da danişînê.