30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xidir: Divê kurd li çar parçeyan xwedî yek helwest bin

Di 18’ê îlonê de li navenda Hewlerê kesên nediyar êrîşî ofîsa KNK’ê ya Hewlerê kirin û nûnerê KNK’ê yê Herêma Kurdistanê Denîz Cewdet Bûlbûn qetil kirin. Têkildarî qetilkirina Denîz endamê KNK’ê Şoreş Xitir anî zinan ku di şexsê Denîz de êrîşî hemû gelê Kurdistanê kirine

Di 18’ê îlonê de li dijî ofîsa KNK’ê ya Hewlerê êrîş pêk hat. Piştî çend saetan li Silêmaniyê jî êrîş pêk hat. Di êrîşa li Hewlerê de nûnerê KNK’ê Denîz Cewdet Bulbûn hat qetilkirin. Bertek û nerazibûnên li dijî êrîşê zêde dibin.

Endamê KNK’ê Şoreş Xidir têkildarî êrîşa li dijî ofîsa KNK’ê ya Hewlerê û qetilkirina Denîz Cewdet Bulbûn diyar kir ev êrîşek terorî bû û wiha got: “Denîz hevalekî dilsoz bû. Nûnerê KNK’ê yê Hewlerê di êrîşek terorî de hat qetilkirin. Heval Denîz mirovekî çalak ê KNK’ê bû. Ji bo çand û zimanê kurdî pêş bixe xebat dikirin. Lê dewleta tirk a faşîst ji xebatên heval Denîz ditirsiya. Ji ber vê yekê li navenda Ofîsa KNK’ê ya Hewlerê qetil kirin. Ev ne tenê êrîşek li dijî Denîz e. Ev ne tenê êrîşek li dijî Ofîsê ye. Ev êrîş di heman demê de êrîşek li dijî hemû gelê Kurdistanê ye. Li dijî Yekîtiya Neteweya Kurdistanê ye. Ji ber ku hewldana Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) bi tenê yekîtiya gelê kurd û Kurdistanê ye. Armanca wê serkeftina neteweya gelê kurd e. Ji bo vê yekê li hemû beşên Kurdistanê xebatê dike. Ji ber vê yekê dewleta faşîst a tirk di şexsê heval Denîz de êrîşî yekîtiya gelê kurd û êrîşa tevahiya gelê Kurdistanê kiriye.”

Berpirsiyar hikûmet û asayişa Hewlerê ye

Endamê KNK’ê Xidir anî zinan ku ofîsa KNK’ê ya li Hewlerê ofîsek fermî ye û wiha got: “Destûra yasayî ji Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê girtiye. Hemû hêz û rayedarên asayîş û ewlehiyê ji ofîsa KNK’ê agahdar in û baş dişopÎinin. Ji ber vê yekê em wekî KNK’ê, hikûmeta herêma Kurdistanê û asayiya Hewlerê berpirsiyar dizanin. Divê berpirsiyar bên darizandin.”
Endamê KNK’ê Xidir da zanîn ku ew bêşik û guhan dizanin ku li pişt êrîşa ofîsa Hewlerê û şehîtkirina Denîz destê dewleta Tirkiyeyê heye û axivî: “Dema em lê dinerin, dewleta tirk, li çar aliyê Kurdistanê li dijî gelê kurd êrîşan pêk tîne. Bi taybetî li Rojava, Şengal, Mexmûr Silêmanî êrîş zêde ne. Bi taybetî li herêmên berxwedanê yên parastina medyayê êrîşên dewleta tirk hene. Bi gelemperî li dijî gelê kurd û bi taybetî li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşan zêde dike.”

Qetilkirina Denîz qetilkirina hemû kurdan e

Şoreş Xidir da zanîn ku dijmin bi qetilkirina Denîz peyamê dide gelê kurd û wiha berdewam kir. “Li dijî gelê kurd û partiyên kurd ev êrîş pêk anîye. Pêwiste hemû partî û rêxistinên kurd û Kurdistanê li çar aliyê Kurdistanê bertek û nerazibûnên xwe bînin ziman. Divê li dijî vê kiryarê helwestek pir cidî û hişk hebe. Em wekî KNK’ê bang li hemû partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê dikin ku xwedî helwest bin. Em dixwazin helwestên cîddî nîşan bidin. Qetilkirina Şehîd Denîz, qetilkirina hemû gelê kurd e.”

Divê kurd li çar parçeyan xwedî yek dil bin

Şoreş Xidir herî dawî da zanîn ku piştî êrîşa li dijî ofîsa KNK’ê ya Hewlerê, li dijî balefirgeha Elbatê êrîş pêk hat û wiha bi dawî kir: “Ev herdu êrîş girêdayî hev in. Armanca vê yekê parçekirina kurdên azad e. Parçekirina siyaset û partiyên li Başûr e. Dixwazin li dijî gelê kurd şerekî taybet bimeşînin. Bi van êrîşan li dijî gelê kurd şerê taybet dimeşîne. Armanca dewleta tirk a faşîst ew e ku hemû kurdan bi tepisînin. Ji ber vê yekê divê gelê me li çar parçeyên Kurdistanê bi yek dengî bertek û nerazibûnên xwe bînin ziman. Divê hemû xwedî yek helwest bin û bi ruhê neteweyî bertekên xwe bînin ziman.”