2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza piştgiriya terorê li Sarraf û Halkbankê hat vekirin

Li Amerîkayê, li ser navê leşker û malbatên leşkerên ku li Sûriye û Afganistanê mirine û birîndar bûne doza tazmînatê li Halkbak û Riza Sarraf hat vekirin.

Li Amerîkayê, doza piştgiriya terorê li banka tirk Halkbank û karsazê îranî Riza Sarraf ku wextê ji hêla AKP’iyan ve li Tirkiyeyê hatibû xelatkirin hat vekirin. Li gorî nûçeya ku Dûvarê derbas kiriye, li ser navê malbatên leşkerên amerîkî yên li Sûriye û Afganistanê di êrîşên terorî de birîndar bûne û mirinê doza tazmînatê li Halkbank û Riza Sarraf hat vekirin.

Doz li Dadgeha Federal a Herêma Başûrê New Yorkê hat vekirin û di dozê de hatiye destnîşankirin ku Halkbank û Riza Sarraf piştgiriya êrîşan kirine û hatiye xwestin ku ji beşdarbûna komploya ku êrîş di nav de hene berpirsyar bên dîtin. Bi awayekî şênber di dozê de hatiye gotin ku Halkbank û Riza Sarraf di navbera 2012 û 2020’an de danekirinên Amerîkayê yên bi armanca têkoşîna li dijî terorê bin pê kirine û bi awayekî sîstematîk ji êrîşên terorê yên Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê ku girêdayî Mihafizên Şoreşa Îslamî ye re bûne alîkar.

Di daxwaznameyê de hatiye destnîşan kirin ku Halkbank û Riza Sarraf ji bo ku dahatên petrolê yên îranê derxin paqijiyê bi awayekî zanebûn vê alîkariyê kirine û zanibûne ku vê alîkariyê ji bo kê kirine.

Li gorî nûçeyê, dozdar ji 151 mexdûrên 27 êrîşên ku di navbera 2012 û 2020’an de li Afganistanê û êrîşeke ku di navbera 2012 û 2013’an de li Sûryeyê çêbûne, pêk tên. Dadgerê dozê xwestiye ku kopiyeke gilîkirinê heta 1’ê cotmehê ji nûnerên Halkbankê re bê şandin û Halkbank jî heta 29’ê çileya 2024’an bersiv bide dadgehê.