2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger 55 roj in cenazeyê Gulcu nade malbatê

Leyla Gulcu (Dicle Eylem) a YJA STAR'î di bombekirina li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî cenaze rakirin morga Saziya Tipa Edlî, malbata wê cenaze nas kir. Ligel malbatê cenaze nas kir jî dozger 55 roj in cenaze nade malbatê

Leyla Gulcu (Dicle Eylem) a YJA STAR’î di bombekirina li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî cenaze rakirin morga Saziya Tipa Edlî, malbata wê cenaze nas kir. Ligel malbatê cenaze nas kir jî dozger 55 roj in cenaze nade malbatê.

Leşkeran di 4’ê tebaxê de Çiyayê Bagokê yê li Mêrdînê bombe kir. Di êrîşa hewayî de 3 endamên YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan endama YJA-STAR’ê Leyla Gulcu (Dicle Eylem) bû. Piştî bûyerê malbat ji bo cenaze bigire di 17’ê Tebaxê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da û mînaka DNA’yê da. Tevî hefte derbas bûn jî, encama DNA’yê aşkere nekirin.

Di serlêdana duyem de malbat hîn bû ku mînaka xwînê hîn nû hatiye şandin. Malbatê li ser vê yekê di 7’ê Îlonê de dîsa çû Mêrdînê û serlêdan kir. Malbat ji nû de çû dozgeriyê û hîn bû ku mînaka DNA’yê nû şandine.

ATK:  Hîn rapor nehatiye amadekirin

Xweşka Leylayê Gulistan Gulcu têkildarî mijarê ji JINNEWS’ê re axivî û wiha got:”Em tenê dixwazin cenazeyê xwe bigirin. Em di vî warî de piştevaniya raya giştî dixwazin. Em her tim li ATK’ê digerin lê dibêjin hîn rapor nehatiye amadekirin.”

Malbata ev 55 roj in li berxwe dide cenazeyê xwe bigire banga piştevaniya raya giştî dike.