2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD: 31 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin

Şaxên OHD’ê li gelek navendan têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê diyar kir ku 31 meh in tu agahî ji girtiyên grava Îmraliyê nayên girtin û xwest baro û hemû rêxistinên demokratîk li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin

Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li gelek navendan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirimê ku 31 meh in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên ragirtin û tu agahî ji wan nayê girtin, li avahiyên şaxên xwe daxuyanî dan çapemeniyê.

Şaxa OHD’ê ya Amedê li avahiya xwe ya navçeya Yenîşahîra Amedê daxuyanî da. Endam û rêveberên MED-DER, DTO, MED-TUHAD-FED, MEBYA-DER, DBP, TÛAY-DER, ÎHD, KESK, Baroya Amedê û nûnerên gelek saziyan beşdarî daxuyanyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat daxuyaniya kurdî xwend.

Prz. Riza Polat diyar kir ku Tirkiye di makeqanûnê de xwe weke dewleta hiqûqê dide nişandan û wiha got: “Lê ji birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaşê ku li girtîgeha Tîpa F ya girêdayî Wezareta Dadê ya Komarê û li gora makeqanûnê tê birêve birin, 30 meh in tu agahiyek ji wan nayê wergirtin. Girtiyên ku li girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin ji ber kurdayetî û nasnameya xwe ya polîtîk têne tecrîdkirin. Bi van kiryarên dij mirovî re rû bi rû dimînin ku wijdanê mirovahiyê diêşîne. Li hemberî vê bê hiqûqiya ku mînaka wê nîne, bi taybetî di civaka Tirkiyê de tu dengek bilind nayê nîşandan.”

Pergala tecrîdê

Polat anî ziman ku Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê CPT’î ku yek ji saziyên Konseya Ewropayê ye û Tirkiye jî endama wê ye, di raporên xwe de ku beriya niha der barê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiribû û bi raya giştî re parve kiribû û wiha lê zêde kir: “Kiryarên derqanûnî tesbît kir û hişyarî da Tirkiyeyê ku wan ji holê rake. Mixabin Tirkiye bicihanîna van pêşniyaran li aliyekê, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi awayekî hovane kûrtir kiriye. Girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navendeke ku nayê dîtin û nayê bihîstin.”

Daxwaza tedbîrgirtinê

Polat, da zanîn ku piştî serlêdana Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di Îlona 2022’yan de, daxwaza tedbîrgirtinê qebûl kir û biryar da ku bi lez bêyî ku sînorek bê danîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin û wiha axivî: “Lê Tirkiyê vê biryarê bi cih neanî.Parêzeran di Çileya 2023’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan dan û komîteyê agahdarkirin ku rewşa agahînegirtinê dewam dike. Tevî ku komîte careke din bibîra Tirkiyê xist jî, lê mixabin Tirkiye ji bo ku vê biryarê bicih bîne tu gav neavêtin.”

Bêbersivmayîna serlêdanan

Polat, anî ziman ku di 10’ê Hezîrana 2022’yan de ji bo ku hevdîtina bi parêzeran re pêk bê 775 parêzer bi belgeya xwe ya erkê re serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û wiha dirêj kir. “Lê hê jî tu bersiv nehatiye dayîn. Dîsa jî welatên Ewrupayê, ji 22 welatan 350 parêzer di 14’ê Îlona 2022’yan de, ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn jî 756 parêzer di 19’ê Îlona 2022’yan de serî li Wezareta dadê dan. Xwestin ku li Girtîgeha Grava Îmraliyê hevdîtina parêzeran pêk bê. Lê derbarê van serlêdanan de tu bersiv nehatin dayîn. Tablo bi awayekî vekirî nîşan dide ku hiqûq li Îmraliyê bi awayekî ku nayê qebûlkirin hatiye daliqandin. Tê xwestin ku birêz Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, di sîstema tecrîdê winda bikin û bidin jibîrkirin. Dewlet jî di hin deman de ji bo çareserkirina meseleyê li masê rûniştiye, diyalog pêşxistiye. Bi bangên birêz Ocalan pêvajoyên agirbestê pêk hatin, komên aştiyê hatin Tirkiyeyê.”

Polîtîkaya tecrîdê

Polat, herî dawî diyar kir ku ew wek hiqûqnasên ku ji bo demokrasî, edalet û azadiyê têdikoşin; bang li Tirkiyê dikin; biryarên Komîteya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî, CPT’î û yên navnetewî pêk bîne û wiha bi dawî kir: “ Weke dewleta hiqûqê li gorî yasayên têkildar ên di makeqanûna xwe de dawî li pergala tecrîda li Îmraliyê bîne. Di serî de baro û rêxistinên hiqûqê, em bang li hiqûqnas û civaka demokratîk dikin; li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê ku nayê qebûlkirin dengê xwe bilind bikin.”