2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

8’emîn mihrîcana FîlmAmedê bi ‘Zimanê dayikê’ dest pê kir

8’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi belgefîlma “Zimanê Dayîkê” dest pê kir. Mihrîcana fîlman dê heta 1’ê cotmehê ji sînemahezan re vekirî be.

8’emîn Mîhrîcana Belgefilman a FîlmAmedê ya bi belgefîlma “Zimane Dayike” li eywana Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir. Parlementerên Partiya Çepên Kesk, dernehêren ji rojhilatê Kurdistanê, hunermend, rojnamger, nivîskar, siyasetmdar û nûnerên gelek saziyan beşdar bûn. Eywana Şanoyê tije bû. Mihrîcana Belgefîlman bi axaftina li ser girîngî û wateya mihrîcanê dest pê kir.

Dê sînemaya azad bi serbikeve

Derhêner û Sînemager Metîn Ewr, diyar kir ku wan ji ber hinek pirsgirêkan mîna Covîd-19’e yê mîhrîcan li dar nexistine û wiha got: “Pergal dixwazin bi talanê welatê me xera bikin û zimanê ji holê bidin rakirin. Sansurên ku tên kirin jî nîşan didin ku karê me çiqas girîng e. FîlmAmed helwesteke li dijî sansur û talanê ye û li ber xwe dide. Dema ku êrîş li Yilmaz Guney tê kirin, Yilmaz Guney derhênerekî berxwedêr e û di sînemayê de xwedî helwestek e. Pergalên heyî êrîşî bîr bawerî û nasnameya wî dikirin. Weke ku Yilmaz Guney jî got, ‘Çi dibe bila bibe em ê teqez bi ser bikevin’. Em jî dibêjin sînemaya azad dê teqez bi ser bikeve.”

Mijara Fîlm hewldayîna zimanê kurdî ye

Piştî axaftinan fîlma “Zimanê Dayikê” ku Sarkew Mesgarî derhêneriya wî kiriye hat pêşandan. Çîroka fîlm çalakvanên civaka sivîl û mamosteyan e. Mamosteyên hewl didin ku alîkariya zarok,  xwendekar û gundiya bikin lê bi gelek hincetan re rû bi rû dimînin. Di heman demê de zarok ji mafê xwe yê fêrbûna kurdî bêpar mane. Mamoste hewl didin ku wan fêrî zimanê kurdî bibin.

Herî dawî Fîlm bi pirs û bersivan bi dawî bû. Derhênerê lîstikê pirsan bersivandin. Piştî pirs û bersivan Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz plaket da derhênerê fîlmê “Zimanê Dayikê” Sarkew Mesgarî û roja yekem a mîhrîcanê bi çepikan bidawî bû.