Bi sedan kesan cenazeye Mazlum Akman defin kirin

Malbata Mazlûm Akman ê li Gabarê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da û piştî 10 mehan cenaze girtin, li gundê Barmanê defin kirin

Malbata Mazlûm Akman (Fedekar Hêlîn) ku di 2’yê Kanûna 2022’yan de li herêma Gabarê ya Şirnexê tevî 3 hevalên xwe yên HPG’î di bombeberanê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 10 mehan cenaze wergirtin. Çendî malbatê ji bo DNA’yê xwîn dabû jî, cenaze bêyî haya malbatê jê çêbibe li Goristana Bêkesan hatibû definkirin. Piştî encama DNA’yê eşkere bû, malbat ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hat Şirnexê. Piştî kar û barên li dozgeriyê, malbatê cenaze ji goristanê derxist û bir gundê Barmanê yê Stewrê.

Malbatê bi derfetên xwe wesayîta cenaze peyde kir û cenazeyê Akman anî Mêrdînê. Cenaze li gundê Barmanê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî, bi sedan kesan cenaze danîn ser milê xwe û spartin axê.