spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hezaran rojnamevan Seyîd Evran oxir kirin

Bi hezaran welatiyan cenazeyên rojnameger Seyîd Evran û yek ji fermandarên YPG′ê Aslan Qamişlo bi merasimek girseyî oxir kirin û gotin “Divê her xayînek ku bû sedema şehîdxistian fermandar û welatparêzeran were cezakirin.

Bi hezaran xelkê kantona Qamişlo, bi beşdariya bi dehan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnameger Seyîd Evran ku di 22′yê Îlonê de jiyana xwe ji dest da û yek ji fermandarên YPG′ê Aslan Qamişlo ku di êrişa balafireke dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.

Karwana merasima cenazeyan ji taxa Enteriyê dest pê kir. Di merasimê de endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin, leşkerî û ewlehî, şêx û rûspiyên eşîrên ereb û kurd, nûnerên partiyên siyasî, endamên Rêveberiya Xweser û hevrêyên şehîd, nivîskar, rewşenbîr û oldaran beşdar bûn.

Hevrêyên Evran û Aslan cenaze bi kulîlk, ala YRA û YPG′ê hatibûn xemilandin û pêçan hilgirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê cangoriyên azadiyê dest pê kir. Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şêro Şero xîtabî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: “Em gelê xwe yê berxwedêr ku li dora têkoşîna şehîdan xwe civîne û li kêlek cenazeyên şehîd Aslan û Seyîd sekinîne berxwedan û îsrara we silav dikin.”

Şero di şexsê her du şehîdan de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha domand: “Îro ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke dîrokî ye. Em îro 2 fermandarên binirx oxir dikin. Îro roja şehîdan e û bi vê boneyê hevrê Rustem Cûdî, Roken û Sara bi bîr tînin û ji wan re diyar dikin ku ew ê di dilên me de bimînin û dê her xayînekî şerefa xwe firotiye were hesabkirin.”

Şero têkoşîna şehîd Aslan di Şoreşger Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de silav kir û wiha pê de çû: “Têkoşer Aslan ji destpêka şoreşê ve fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hudnirîn û şêwirmendê şoreşa me bû. Ewlehiya zarok, dayik û destkeftiyên şehîdên me di dirêjahiya salên xebata xwe de parastin, di oxira parastina gel de çavên xwe negirtin.”

Şero wiha anî ziman: “Dê şehîd Aslan û Seyîd mizgîniyê bigihînin Roke, Sara û Rustem û silavên we bigihînin wan û ji wan re bêjin felsefeya neteweya demokratîk û şargirtên Rêber Abdullah Ocalan hîna li ser soza xwe ya gihandina heqîqetê ne û ev gel her tim amade ye li dijî dijmin bisekine. Bê guman parastina mafên van şehîdan  li ser milê her ferekî/ê ku metoda wan bigihîne dawiyê.”

Li aliyekî din jî hevseroka TEV-DEM′ê Rûken Ehmed axivî û wiha got: “Çer ku gelek li dora şehîdên xwe bi vî rengî disekine, bê guman dê ev şoreş bigihîne armancên xwe. Ji ber partiya me partiya şehîdan e. Ji lew re gelê me serî li ber zulm û dagirkeriyê natewîne.”

Rûken têkildarî girîngiya vê rojê axivî û wiha domand: “Îro, di dîrokê de rojeke girîng e, meheke dîrokî ye. ji ber ku meha şehîdan û têkoşîna ku di şexsê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş de li dijî faşîsta Tirk hatiye destpêkirin e. Têkoşerên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hebûn û nasnameya Kurdan parast.”

Rûken di şexê her du şehîdan de şehîd Rustem Cûdî bi bîr anî û wiha pê de çû: “Mîna vê rojê em fermandarê mezin ê xwedî fikra mezin ku ji me re felsefeya neteweya demokratîk şîrove kiriye bi bîr tînin û di şexsê wî de sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin.”

Fedekarên gelê xwe bûn

Der barê têkoşîna rojnameger û nivîskar Seyîd Evran de Rûken wiha anî ziman: “Hevrê Seyîd bi pênûs, wêne û xebata xwe ya di ragihandinê de têkoşîna gel û fedakariyên şehîdan nîşan da. Li ser şopa şehîdên çapemeniya azad mîna Zîlan, Denîz û bi dehên din ji şehîdan ji bo dengê gelê xwe, rûyê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê re aşkera bike meşiya. Têkoşer Seyîd sînorên zehmetiyan nas nedikirin. Ji ber heqîqetê raber bike li hember tevahî rewşên zehmet sekinî û gelek rojnameger li ser vê pransîbê perwerde kirin.”

Der barê kesayeta fermandar Aslan Qamişlo de Rûken ev tişt got: “Aslan bi rihê xwe yê dilnizm, fedaî û kenê xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate naskirin. Di aliyên perwerde, parastina hundirîn û aliyê civakî de bê dudilî xebat kir. Bi eşq û baweriyeke mezin li ser rêxistina gelê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî û parastina cewherî xebat kir. Li tevahî qadên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê koşiya. Ji lew re divê em şehîdên xwe di dilên xwe de oxir bikin, da ku em mafên wan bidinê û armancên wan pêk bînin.”

Di dewama axaftina xwe de Rûken wiha got: “Çer ku em gelê bi şehîdên xwe ve girêdayî ne û îro li dora wan dicivin, wê demê divê em nehêlin xayîn li ser xaka me bijîn. Em hemû berpirsê vê yekê ne û ev erkek li ser milê me tevan e ne tenê li ser milên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD′ê ye. Divê em wan ji xaka xwe ya pîroz derxin. Ger ew yek pêk hat, wê demê em hêza rêxistina gel nîşan didin.”

Rûken Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: “Welatparêzê/a ku bi xka xwe vê girêdayî ye, divê welatê xwe neterikîne û li hember tevah şêweyên şerê taybet bisekine. Em ji hêza gelê xwe bawer in. Divê em zarokên xwe li ser bingeha pranîsên şehîdên xwe perwerde bikin û em xwe li hember finteyan ku hin alî hewl didin di nava gel û Rêveberiya Xweser de derxin xwe bi rêxistin bikin.”

Têkoşerê heqîqetê bûn

Rojnameger û hevêrya şehîd Seyîd Evran, Stêrk Gulo li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê, Şoreşa Rojava û şehîdên di oxira têkoşîna rastiyê de li Kurdistanê şehîd bûne bi bîr anîn û wiha got: “Axaftina li ser şehîdan pir giran e. Şehîd Seyîd ji 30 salî ve hevrêyê min e û şehîd Aslan jî ji 25 salan ve hevrêyê min e. Em nikarin mafên şehîdan bi axaftinan bidinê.”

Stêrk li ser taybetmendiyên şehîd Seyîd Evran axivî û wiha domand: “Seyîd ji gelê Rojava, Bakur Rojhilat û Başûrê hez dikir. Kurdê navçeya Hênê ya ku di Şoreşa Şêx Seîd de li dijî zulm serî hildaye. Seyîd got ′bapîrê min tevî Şêx Seîd tê koşiya û ezê neviyê wî me û kurdek im divêm werim rizgarkirin′.”

Stêrk wiha pê de çû: “Seyîd xwedî gotinên xwe bû. Li Zap heta bi Qendîl heta bi Zargrosê tê koşiya. Şervan, fermandar û rojnameger bû û rojekê ji bo îsbatkirina heqîqetê gav bi paş ve neavêt. Dema Şoreşa Roajva dest pê kir, Seyîd berê xwe da Rojava, bi pênûs û kamereya xwe tê koşiya, da ku dengê gelê xwe bigihîne cîhanê. Me bi rêya pênûsa û nivîsên hevrê Seyîd bi hezaran hevrê û şehîd nas kirin. Dîroka tevahî Rojava dinasî, ji ber ku serdana gelê wê kiribû. Ew bîrewariya me tevan bû.”

Stêrk diyar kir ku ragihandina azad bîrewarekî mezin winda kir, di dirêjahiya 24 salan ve Seyîd fedakariyên mezin di çapemeniyê de dan, hezkirina xwe di dilê her kesê/a dîdît de çêkir. Stêrk wiha gotina xwe bi dawî kir: “Divê em bi pênûs û çeka xwe wî her tim zindî bikin. Bi hezkirin û îsrareke mezin em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa wan bikin û her tim hildin çeka wan.”

Di dawiyê de wesîqeyên Seyîd Evran û Aslan Qamişlo hatin xwendin û radestî hevrêyên wan hatin kirin. Dûre hevrêyên her du şehîdan cenazeyê nwan hilgirtin û li goristanê veşartin.