3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bafil Talebanî careke din bû Serokê YNK’ê

Li Silêmaniyê, 5’êmîn kongreya YNK’ê duh dest pê kir û di kongreyê de Bafil Talebanî careke din weke Serokê YNK’ê hat hilbijartin.

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, duh 5’emîn Kongreya Asayî ya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest pê kir. Kongre li Eywana Hunerê ya Silêmaniyê bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek nûnerên partiyên siyasî yên Iraqê hat destpêkirin.

Di kongreyê de 600 delegeyan deng bi kar anîn. Serokê YNK’ê yê niha bi Bafil Talebanî bi piraniya dengên delegeyan careke din weke serokê YNK’ê hat hilbijartin. Her wiha delegeyan bi yekdengî Kosret Resûl Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed ji ber rol û hewlên wan ên di dîroka YNK’ê de weke “Sembolên Bilind ên YNK’ê” destnîşan kirin.

Di kongreya ku îro û sibê jî berdewam bike de li bendê ye ev guhertin pêk wer in;

– Hejmara endamên serkirdayetiya YNK’ê ji 121’an dakeve 51’an.

– Wê rêziknameya YNK’ê jî bê guhertin.

– Endamên Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNK’ê bên destnîşankirin.

– Biryara kêmkirin hejmara ofîsên YNK’ê bê dayîn.

Her wiha tê payîn ku encûmeneke nû ya bi navê “Encûmena Piştgiriyê” bê avakirin.