28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşên xayinan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk a dagirker ji bo çar perçeyên Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake di nava êrişkariyek berfireh de ye

Dewleta tirk a dagirker ji bo çar perçeyên Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake di nava êrişkariyek berfireh de ye. Di çarçoveya vê konseptê de bi hin hêzên herêmî, partî û malbatên ku berjewendiyên xwe dixin pêşiya azadiya gelekî re rêze tifaqên qirêj pêş xistiye. Dagirkerên li Kurdistanê bi destê van xwefiroşan û bi erêkirina hêzên navneteweyî hewil înkara li ser hebûn û nasnameya gelê Kurd bidomînin. Êrişa pêk tînin komkujiyan dikin û bi awayekî dermirovî sûcan dikin.

Cara ewil sûcên dewleta Tirk ên li çar aliyên Kurdistanê di rapora Parlamena Ewrûpayê de bi awayekî eşkere hatin rojevê. Rapora Yekitiya Ewropayê di civîna ku 10 û 13’ê Îlonê de hatî li darxistin bi piraniya dengan ji aliyê Parlamena Ewrûpayê ve hat erê kirin bi zimanekî vekirî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser axa Suriye û Rojavayê Kurdistanê hate şermezar kirin. Di rapor de ev hevok cih digirin; “Em mudaxaleya eskêrî ya Tirkiyê ya li ser axa Suriyê şermezar dikin. Êrişên eskerî rê li ber koçberiyên nû vedike. Em dubare dikin ku tevgereke nû ya dagirkeriyê ya li ser axa Suriyê wê bandoreke ciddî li ewlekariya navnetewî bike.”

Di raporê li ser êrişên dewleta Tirk ên dewam dikin jî ev nirxandin hate kirin. “Warê civaka Êzidî ku di sala 2014’an de bi qirkirina DAIŞ’ê re rû bi rû ma, Şengal jî di nav de, êrişên hewayî yên bi balafir û dironan û herwiha tevgera eskerî ya ku li ser axa Iraqê dewam dike, me dixe nava fikaran.”

Cara ewil Parlamena Ewrûpayê di raporê de bi zimanekî eşkere nerehetiya xwe ya li himberî sûcên dewleta Tirk a dagirker anî ziman. Piştî eşkerekirina raporê şefê rejîma Faşîst Recep Tayyip Erdogan derket pêşberî kamerayan û gef li Yekîtiya Ewrûpayê xwar. Di daxuyaniya xwe de Erdogan got “pêwîst bike em ê xwe ji emdamtiya Yekîtiya Ewrûpayê bidin paş.”

Dewleta Tirk a dagirker piştî vê gefa Erdogan mîna ku ji Yekîtiya Ewrûpayê re bejê “hun kîne ku li ser kiryarên me yên li dijî gelê Kurd diaxivin” bi awayekî hemxwest û plankirî dest bi êrişên berfireh kir. Di vê çarçoveyê de roja 17’ê Îlonê balafirên biçek û bêmirov ên dewleta Tirk li Minbic, Şengal û Qamişlo êriş pêk anîn. Di êrişa li Minbicê yek ji Fermandara Meclîsa Leşkerî YPJ’ê Şervîn Serdar jî di nav de 3 kes şehîd bûn. Di êrişa li Şengalê de jî 3 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê û ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê jî du şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

Piştî vê êrişê bi rojekê ango 18’ê Îlonê vê carê bi hevkariya PDK’ê êrişî nunertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê êrişek çekdarî pêk hat. Di vê êrişê de nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun di hate qetilkirin. Bi awayekî hemxwet di encama hevkariya bi xayin û sîxurên re balafireke biçek û bêmirov a dewleta Tirk li Silêmaniê balafirxaneya Erbet ya çandiniyê yekîneyên Antî Terorê yên Herêma Kurdistanê kir hedef. Di vê êrişê de jî 3 pêşmergeyên ku li ser balafirên diron kar dikirin şehîd bûn.

Divê bê zanîn ku ger hevkarî û xiyaneta PDK’ê nebe dewleta Tirk nikare wisa bi hesanî êrişan pêk bîne. PDK’ya ku berjewendiyên xwe xistiye pêşiya destkefiyên gelê Kurd, bi vê nêzîkatiya çewt û dijber ne tenê li Başûrr, li seranserî Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd bûye metirsiyek mezin. Deshilata AKP-MHP’ê ya ku dijminê sundxwarî yê gelê Kurd de ji vê hevkariyê hêzekî mezin digre. Di encama vê hevkariyê de bêyî ferq û cûdahiyê têxe nav êrişî hemû nirxên gelê Kurd dike.

Li dijî êrişên ku li seranserî Kurdistanê pêk tên hema bêje hemû partî, sazî, rêxistin û kesayetên naskirî bi zimanekî tund nerazîbûn nîşandan û helwesta xwe eşkere kirin. PDK’ya bi saya gelê Kurd heye îro bi dijminên vî gelî re di nava hevkariye kur de ye.

Çawa ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên li ser herêmên parastinê yên medyayê de ji hevkariya PDK’ê sûd digre, êrişên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdisanê jî di encama vê hevkariyê de pêk tên.

Di qada navneteweyî de li dijî sûcên dewleta Tirk ên li himberî gelê Kurd, weke di rapora Parlamena Ewrûpayê de jî hate dîtin hewtiyarek çêdibe jî, ji ber hevkarî û xiyaneta PDK’ê di asta tê xwestin nerazîbûn çênabe. Ev jî dide eşkere kirin xiyaneta PDK’ê ne tenê li nava Kurdsitanê li her derê ji bo gelê Kurd bûye astengiyek mezin. Ji bo dawî anîna vê xiyanetê jî divê dengekî yekgirtî û xurt yê gelê Kurd hebe. Ger li himberî xiyanetê têkoşîn neyê mezinkirin ne mumkune ku gelê Kurd bikaribe têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê mezin bike û bi encam bike.

Cara ewil li seranserî Kurditanê bêyî ferq û cûdayî hebe ji derveyî PDK’e hemû Kurd li dijî xiyanetê radibin. Tevî hemû bangan jî heya niha hîn tu deng ji rêvebiriya PDK’ê derneketiye. PDK’ya li ser destkeftiyên vî gelî xwe avakiriye îro bi dijminên sondxwarî yê gelê Kurd li ser tinebûna wê di nava planên qirêj de ye. Ev ne xiyaneta bi partiyekê re ango bi aliyekî siyasî re tenê ye, xiyaneta bi pêşmergeyên ku ji bo azadiya Kurditanê xwîne xwe rijandine û bi milyonan kesên ku di vê oxirê de bedel dayin e. Divê rêvebiriya PDK’ê baş bizanibe ku ji neviyên Osmaniyan ji bo wan dost çênabe. Di çavê wan de herdem Kurd dijminin ne layiqî tiştekîne. Dive bê zanîn ku rêvebiriya PDK bi vê xiyanet û hevkariyê ve navê gelê Kurd ku li himberî zilm û zordariyê tu carî serî netwandiye xiratike. Kurdên ku li seranserî cîhanê qehremantî û lehengiya xwe tên naskirin bi van nêzîkatiyên wisa pûç û vala di çavê cîhanê de tê lewazkirin. Ji bo dawî li van kiryaran wera anîn jî divê hemû partiyên Kurd li dijî PDK’ê helwest rast û xurt nîşan bidin. Bi vê helwestê dikarin PDK ji xeta xiyanetê durbixin û bikşînin xeta yekîtiyê.