17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ulu: Em ê kolan bi kolan têkoşînê mezin bikin

Aktîvista TJA'yê Tuba Ulu der barê kampanyayê de ji rojnameya me re axivî û qala xebatên xwe kir

Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 salin didome. 25 sal berê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hêzên navdewletî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployek navdewletî ji Sûriyeyê derxistin. Di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin. Ji wê demê heta niha gelek pêvajoyên cuda pêş ketin. Hin caran Birêz Ocalan jahrînî kirin. Hin caran porê Ocalan bi zorê jêkirin. Hin caran zextên fîzîkî kirin. Niha jî bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Nêzî 31 meh in parêzer 449 caran serlêdan kirin. Lê serlêdan hemû bê encam man. Niha di pêşengiya TJA, rêxistinên demokratîk û civakî de kampanya “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve” hatiye destpêkirin. Têkildarî bername û kampanyayê aktivîsta TJA’yê Tuba Ulu nirxandin kirin. Ulu diyar kir ku sedsela 21’an berpirsiyariyekê nîşanê wan dide ku ev sedsal sedsala destkeftîyên têkoşîna azadiya jinê ye û wiha got: “Îro ev têkoşîn li Rojhilatê Kurdistanê îlhamê dide hemû jinên cîhanê. Wek Şoreşa Jinê ya Rojava… Em şahidê şoreşa civakî ya “Jin, Jiyan, Azadî”yê ne ku li Rojhilatê dest pê kir û li hemû cîhanê bi taybetî li parçeyên din ên Kurdistanê belav bû. Em jî wek TJA, di vê pêvajoyê de bi dirûşma “bi ‘jin jiyan azadîyê’ ber bi azadiyê ve” kampanyayek da destpêkirin. Kampanya me wê heta 8’ê Adarê bidome. Di vê pêvajoya 6 mehî de em ê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin. Têkoşîna xwe mezintir bikin û xwe bi rêxistin bikin. Em ê li ser rojevên wekî tecrîd, şerê taybet, kuştina jinan, tundiya li ser jinê, wêrankirina xwezayê û hwd çalakîyên hişyarbûn û hişyarkirinê li dar bixin.”

‘Divê em mil bidin hev û têkoşînê mezintir bikin’

Ulu der barê çalakî û xebatan de agahî dan û wiha berdewam kir: “Heta niha di 15’ê îlonê de li Rihayê deklarasyoneke me pêk hat. Li Sîlopî û Stenbolê jî startên me pêk hatin. Bi gelemperî bi coş derbas bû. Me ji rêxistinên jinan û ji jinên femînîst nêzîkahiyên erênî stend. Ji ber ku em hemû jin di vê baweriyê de ne ku, li hemberî hemû polîtîkayên qirkirina jinan piştgirî û tevkariya jinan gelek girîng e. Li hember ev iqtidara ku êrîşî jinan û destkeftiyên me dike, divê em mil bidin milên hev û têkoşînê mezintir bikin.”

Tuba Ulu der barê piştgiriya rêxistinên jinan ên Tirkiyeyê de jî agahî dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê hinekî jî pêvajoya kampanyayê vê rewşê diyar bike. Lê mîna ku me got nêzîkahiyên erênî çêbûn. Jixwe li Tirkiyeyê toreke hevpar a têkoşînê heye. Em li platforma KBG’yê bi hev re têdikoşin. Em di vê baweriyê de ne ku pêvajoya vê kampanyayê jî em ê bi hev re bihûnin.”

Tecrîd paradîgmaya Ocalan armanc dike

Aktîvîsta TJA’yê Tuba Ulu li ser bandora tecrîdê ya li ser jinan jî rawestiya û ev agahî da: “Ev êrîşên piralî yên ku li ser jin û civakê tên ferzkirin, encamên tecrîda li Îmraliyê ne. Her ku polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku çaryek sed sal in berdewam dike kûrtir dibe, bi taybetî jî komkujiya li ser jinan; pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û ekolojîk jî bi heman rêjeyê kûrtir dibin. Tecrîd gihiştiye asteke wisa ku êdî hemû civak pê hesiyaye. Em careke din diyar dikin ku muxatabê sereke yê hemû pirsgirêkên civakî bi taybetî jî pirsgirêka Kurd Îmralî ye. Û em dizanin ku rejîma tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îdeolojî û paradîgmaya ku wî pêşxistiye hedef distîne. Em bi vê îdeolojî û paradîgmayê têr dibin û têkoşîna xwe geş dikin, di pêvajoya kampanyayê de ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî em ê bixebitin.”

Em ê tecrîdê bixin rojeva Tirkiyeyê

Ulu herî dawî li ser xebatên li dijî tecrîdê jî rawestiya û got: “Ne mimkûn e mirov behsa civakeke bike ku wêraniya ku têcrîdê pêk aniye hîs neke. Helbet hin kes hene ku haya wan ji pêwendiya wan ya bi tecrîdê re tune ye. Mebesta me ji xebatên hişyarkirinê jî ev e. Em ê li ser vê yekê bixebitin û armanca me ew e ku tecrîdê bixin rojeva Tirkiyeyê.”