17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger aciz bû zabiteyan pankarta Şenyaşaran desteser kir

Zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, dest danîn ser pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” malbata Şenyaşar. Polisên li pêşiya edliyeyê jî diyar kirin ku dozger ji pankartê aciz e û ev tişt gotin: “Hûn ê sibê dîsa pê ve bikin.”

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li dijî Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 9’ê adara 2021’an de dest pê kiribû ket roja 595’an. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Emîne Şenyaşar îro nehat ber Edliyeya Rihayê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe domand. Tenê kurê Ferît Şenyaşar hat ber edliyeyê û pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” bi bariyerên betonê ve kir û dest bi edaleta xwe kir.

Hefteya borî qada ku malbata Şenyaşar navê “goşeyê edaletê yê malbata Şenyaşar” lê kiriye ji aliyê polîsan ve bi bariyerên hesên hatibû girtin û li ser bertekên ku hatibûn nîşandan Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê qadê veguherandibû parqa wesayîtan. Îro zabiteyên şaredariyê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” malbata Şenyaşar ji bariyeran jêkir û bêyî ku hişyariyek bike desteser kir.

Dozger aciz e

Dema ku Ferît Şenyaşar desteserkirina pankarta wan ferq kir bertek nîşanî zabiteyan da. Zabita li dijî berteka Şenyaşar bêdeng man û ji herêmê veqetiyan. Polisên li pêşiya edliyeyê, diyar kirin ku dozger ji pankartê aciz e û ev tişt gotin: “Îro pankartê pêve nekin,  hûn ê sibê dîsa pêve bikin.”

‘Pankartê me dizîn’

Li ser vê Ferît Şenyaşar pankartê ku wêneyên bav û birayên wî Adil û Celal ên di 28’ê hezîrana 2018’an li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatibûn kuştin bi bariyeran ve kir. Şenyaşar, bertek nîşanî zabiteyan da û wiha got: “Li pêşiya Edliyeya Rihayê têkoşîneke maf heye. Ji vir bangî rayedaran dikin û dixwazin ku edalet pêk bê. Birayek (Fadil) me 4 sal in bi fermana serdestan di hucreya yekkesî de tê girtin. Dayika di seriya 65 salan (Emîne Şenyaşar) de nêzî du salan e nobeta edaletê digire. Di beramberê vê de em her roj li ber Edliyeya Rihayê tên astengkirin. Polis bi fermana dozger mudaxaleyî me dikin. Di mudaxaleyê de em gihîştin asteke din. Zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê dest  danîn ser pankartê me.  Bêyî hişyarkirin desteserkirina pankartên me dizî ye. Pankartê me hatye dizîn. Em vê qebûl nakin. Kesên ji vê pankartê aciz bila neyên li van avahiyan rûnenin. Bila edaletê pêk bînin, em ê biçin mala xwe.”