17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Faik Ocal 101 romanên kurdî nirxandiye

Pirtûka Faik Ocal ya nirxandina 101 romanêçn kurdî ji weşanxaneya Sîtavê derket.

Pirtûka 101 Romanên Kurdî ji alî weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin. Rexne, nirxandin û şîroveyên zanistî li ser romanên kurdî zêde nehatine kirin. Ev berhem berhemeke ku di qada xwe de yekem e ku bi rengê şîrove, rexne û nirxandina romanên kurdî hatiye kirin. Berhem ji du cildan pêk tê. Ev cilda yekem e û ji 376 rûpelan û 50 romanan pêk tê.  Ev berhema Faik ocal valahiya di warê nirxandinên bi zimanê kurdî hinekî dadigire.

Nivîskar bi rê û rêbazên zanistî berhema xwe amade kiriye û bi wî rengî pêşkêşî xwînerên xwe kiriye. Nivîskar tevî rexne, nirxandin û şîroveyan, di dawiya her romana hatiye nirxandin de, puan dide ziman, edîtorî, estetîk, honandinedîtorî, weşanxane û hwd. Xwîner hem bi wan pûanan hem rexne, nirxandin û şîroveyan, der barê romanê de digihîje agahiyeke gelek baş. Ji bo nasîna romanên kurdî ev berhem berhema herî baş ya ku heta niha hatîye çapkirin e.