21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mahmût Togrûl bertek nîşanî çekên kîmyewî dan

Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl, di kongreya Rêxisitina DBP'ê ya Navçeya Şahînbey de bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî da û diyar kir saziyên navneteweyî bi bêdengiya xwe sûc dikin.

Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa tirk berdewam dikin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Şahînbey a Dîlokê 6’emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de Hatîce Sezgîn û Muslum Denîzhan wek hevserokên nû hatin hilbijartin.

Berteka li dijî çekên kîmyewî

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ku tev lî kongreyê de bû, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa tirk ên li dijî gerîlayên HPG’ê da û ev bang li saziyên navneteweyî kir: “Li dijî gelê kurd sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Dewlet dibêje ku di envanterên AKP-MHP’ê de çekên kîmyewî nîn in. Gelek nîşaneyên vê yekê hene. Me bang li hêzên navneteweyî kir ku bila biçin herêmê û li wan deran lêkolînê bikin û rastiyan derxin holê. Ev îdia ne îdiayên niha ne û ev demekî dirêje tên kirin. Em jî dibêjin ku pêşi li van gotinan bigirin. Nexwe hûn ê bibin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê.”