spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên sivîl ên Rihayê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan 

Li Rihayê, rêxistinên demokratîk bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên HPG’ê dan û bang li saziyên navneteweyî kirin ku der barê bikaranîna çekên kîmyewî de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Li Rihayê, rêxistinên sivîl li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê li hev civiyan û der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên HPG’ê de daxuyaniyeke hevpar dan. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Na ji şer, sansûr û bikaranîna  çekên kîmyewî re” hat daliqandin.

Nûnerên Şaxa Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Rihayê, Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hewldana 78’an, Komeleya Jiyanê ya Jinan, Komeleya Elewiyan a Rihayê, Komeleya Nivîskaran a Mezopotamyayê (MYD) û Baroya Rihayê di daxuyaniyê de amade bûn. Her wiha rêveberên Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek welatiyan jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Tirkiye peymanan bin pê dike

Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke li ser navê beşdaran daxuyaniya hatibû amadekirin xwend. Oyke, da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî bi protokol û peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin û wiha got: “Li ser medyaya dijîtal û dîtbarî, îdia û nûveyên pir girîng hatine parvekirin ku Tirkiye di operasyonên xwe yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi dîmenên dawî re jî ev îdia hîn xurtir bûne. Ji sala 2021’an heta niha îdiayên bikaranîna  çekên kîmyewî her tim di rojevê de ne. Tê gotin ku Tirkiye peymanên navneteweyî ku aliyekê wan e, binpê dike. Ev geşedan jî di nava gelê herêmê de rê li ber fikaran vedike û bingeha komkujiyan amade dike.”

Piştgirî dan Fîncancî

Bi domdarî Oyke bal kişand ser daxuyaniya Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku digot dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anîne û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku hedef hat nîşandan, derheqê wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Dr. Fîncanci di çarçoveya berpirsyartiya xwe ya bijîşktiyê û wijdanê de ev daxuyanî da. Em qebûl nakin ku ji ber van axaftinên xwe weke hedef tê nîşandan.”

‘Em ê nebin şirîkê vî sûcî’

Oyke, bi domdarî qala “qanûna sansûrê” kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî mirov nikarin nerazîbûnên xwe jî nîşan bidin. Em vê hewldana bisînorkirina her qada jiyanê qebûl nakin. Bikaranîna çekên kîmyewî, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û em qebûl nakin. Tevî sansûr û qedexeyan jî em ê bêdeng nemînin û nebin şirîkên vî sûcî. Banga me di serî de ji bo OPCW, Neteweyên Yekbûyî (NY) û sazî û dezgehên navneteweyî ew e ku xebateke bibandor bidin destpêkirin û derheqê kesên çekên kîmyewî bikaranîn de lêpirsînê bidin destpêkirin. Her wiha em dixwazin ku lêpirsîna derheqê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci de bê rakirin.”