22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Erdogan bi hezaran kes ji derve anîn Amedê

Beriya mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, Amed bi temamî hat dorpêçkirin. Li hêla din bi hezaran kes ji bajarên weke Riha, Sêwas, Aydin, Xarpêt, Çewlik, Mêrdîn, Êlih, Kîlîs û Meletiyê veguhestin Amedê.

Ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kes ji bo mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan veguhestin Amedê. Ev kes, ji bajarên Riha, Sêwas, Aydin, Xarpêt, Çewlik, Mêrdîn, Êlih, Kîlîs û Meletiyê bi wesayîtan ber bi Amedê ve hatine veguhestin. Wesayît, servîsên xwendekaran û otobûsên ku etîketa hejmaran li ser bûn û bi hezaran kes pê hatin veguhestin, ji çar aliyan ve ketin bajêr. Li ser mînîbusan li gel navên bajarên jê hatin, her wiha nivîsa “… Birêz serokkomarê me pêşwazî dikin” hebû.

Ji Bismil û Êlihê jî trên jî di nav de gelek wesayît ji bo veguhestinê hatin bikaranîn. Hejmarên rêgehê yên otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di nava bajar de xizmetê dikin jê hatin kirin û bi vî awayî girse veguhestin qada mitîngê. Ji ber ku rêgehên veguhestinê hatin girtin û otobûsan AKP’î vediguhestin qada mitîngê, di hatin û çûnê de pirsgirêk derketin. Gel bertek nîşan da.

Rêwî aciz bûn

Rageşiya ji ber hatina Erdogan derketî, bandor li rêwiyên otobûsan jî kir. Komeke ciwanan ku bertek nîşanî hatina Erdogan dan, diyar kirin ku bihayê sotemeniyê yê wesayîtên kesên ji bajarên cuda pê hatine veguhestin hatiye pêşwazîkirin û wiha gotin; “Ev tevek jî tirşikçî ne.” Di dema axaftina ciwanan de jineke AKP’î xwest dîmenê ciwanan bikişîne û li ser vê yekê alozî derket. Ciwanan bertek nîşan dan û li ser vê yekê jina AKP’î got; “Derket holê bê ka hûn kî ne.” Piştî ku rêwiyên din ketin navberê jî bûyer hat girtin.

Miftiyê Amedê xwendekar veguhest

Xwendekarên li qursên Qur’anê yên girêdayî miftitiya bajêr ders dibînin jî anîn qada mitîngê. Balkêş e ku cendirme jî bi otobûsên tûran veguhestin Qada Îstasyonê.

Ji ber hatina Erdogan, kesên hatin Amedê di dema ketina bajar de li bendên kontrolê GBT’a wan hat kirin. Di heman demê de di ketin û derketina kolanên ber bi Qasa Îstasyonê ve diçin de jî heman tişt hat kirin. Li gelek deveran wesayîtên zirxî noqteyên ewlehiyê danîn û li ser bajar jî helîkopterên polîsan geriyan.

Wesayîta bi hejmara 361’an hat dîtin

Wesayîtên ku AKP’î vediguhestin, li cehdeyên cuda yên bajêr hatibûn parkirin û dîmenên wan hatin kişandin. Bikarhinêrekê medyaya dijîtal di dema rêwîtiyê de dîmenê wesayîtên ji rêgeha Bêdlis û Çewlikê ve ber bi Amedê dihatin kişand. Bikarhinêr di parvekirina xwe de wiha dibêje: “Mînîbûsên ji rêgeha Bêdlis û Çewlikê ber bi Amedê ve diçin. Li ser wesayîta niha li cem min derbas dibe re etîkata wesayîta 361’emîn heye.”

Di heman demê de li ketina bajêr a hêla Rihayêve jî heman dîmen ji hêla ajokaran ve hatin kişandin.