28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîtîkayên dewletan û rewşa rewşenbîran!

Di vê nivîsê de em ê berê xwe bidin polîtîkayên netew-dewletê yên neteweyan ku ji netewebûnê derdixin. Yek jê armanca sereke ya netew-dewletan di nav neteweyên din de pêşxistin û ferzkirina bişaftinê ye. Di vê çarçoveyê de netew‐dewlet nasnameyeke bilind ava dikin û li gorî vê nasnameyê hemû nasnameyên din dixesînin. Ji bo pêkanîna armancên xwe, netew-dewlet, hemû rêyên tunekirina nasnameyên din rewa dibînin. Ji qedexekirina çand û zimanan bigirin heta guhertina nav û paşnavan, ji wir heta hilweşandina cihê dîrokî xizmeta polîtîkayên netew-dewletan dikin. Ji hêla din ve jî bişaftinê di asta derûnî de bi pêş dixin da ku kesên xwedî nasnameyên din ji xwe şerm bikin.

Di van salên dawî de gelek netew-dewletên xwe avêtin bextê demokrasî, edalet û mafên mirovan neçar dimînin ku polîtîkayên xwe yên qirkirin, tunekirin û bişaftinê sist bikin an jî biguherînin. Lê hê hinek netew-dewletên heyîna xwe li ser dagirkeriyê didomînin û di van polîtîkayên xwe de israr dikin. Hinek ji van dewletan bêguman dagirkerên Kurdistanê ne ku hê jî di serî de çand û zimanê me qedexe dikin û her wiha hemû sembol û nasnameyên me ji binî ve hildiweşînin.

Heke em van qedexe û navên van sembolan li vir binivîsin, wê ev nivîs têrê neke lê dîsa jî em çend mînakên ku em hertim dibêjin li vir dest nîşan bikin da ku bîra me ya civakî xwe nû bike; a yekem guhertina navên gund û bajarên kurdan e ku navê welêt bixwe jî qedexe ye. A duyem xirakirina 4 hezar gundên kurdan e ku bi vê xwestin kurd li nav bajar û metropolan zûtirîn tune bibin. A sêyem binavhiştina deverên dîrokî û Heskîfê ye ku 12 hezar salî li ber xwe dabû û xwe gihandibû heta roja îro. A çarem êrîşkirina goristanên cangoriyên Kurdistanê ye ku bi vê ji bêgorhiştina Seyîd Riza û Şêx Saîd heta roja îro dixwazin bîra civakî tune bikin ku li ser nirxên civakê tê avakirin. Ev hemû encamên polîtîkayên netew-dewleta tirk in ku xwe bi ser yekaneyan damezrandiye. Li vir wek mînak dewleta tirk hatiye dayîn lê dewletên dagirker ên din jî ne kêmî wê ne. Yek dewlet, yek netew, yek al, yek ol û yek ziman hwd. Yekaneyên netew-dewletê nahêlin ku bîra civakî ava bibe. Lewra hemû amûr, sembol, nasnameyên bîra civakê pêk tînin, dibin armancên netew-dewletan.

Helbet civaka xwedî nasnameya bilind a netew-dewletê jî xwe wekî parêzvanê wê dibîne, lewra li dijî netewe û nasnameyên din hertim êrîşkar nêz dibe. Di derûniya dewlet û kesên xwe xwedî nasnameya bilind dibînin de biçûkdîtin û kêmdîtin heye. Ji ber vê yekê meriv dikare bibêje ku derûniya herdu aliyan dişibe hev, ji şibandinê zêdetir hema bibêjin yek in. Ji ber ku derûniya dewletê derbasî kesan jî bûye, lewra netew û nasnameyên din biçûk, kêm û beretayî bi nav dike. Di şîret û aqilmendiyê de jêhatî ne û hertim li gorî xwe rê nîşanî netew û nasnameyên din didin. Bi rihetî dikarin li ser navê netew û nasnameyên din biaxivin, şîroveyan bikin û biryaran bigirin.

Hemû kesên xwe xwedî nasnameya bilind dibînin bêguman di çarçoveya yekaneyên dewletê de hatine perwerdekirin. Lewra ev kes li gorî van yekaneyan tevdigerin û li dijî nasnameyên din li gorî hişmendiya dewletê bertek nîşan didin. Di nav van kesan de bêguman ji çepgiran bigirin heta rewşenbîran her kes heye. Jixwe di van rojên dawî de rewşa çepgir û rewşenbîrên xwedî nasnameya tirkitiyê ne jî ev rewş bi zelalî danîn ber çavan. Helwesta wan li dijî nasnameyên kurd, elewî, ermenî û hemû nasnameyên din ên di nav dewletê de li gorî bîrdoziya fermî ye. Taybetî jî dema rewş dibe nasnameya kurdî hemû çepgir û rewşenbîrên xwedî nasnameya bilind bi yek dengî dibin xwediyê dewletê û dewletê diparêzin. Ev çepgir û rewşenbîr di kuştina kurdan de ker û lal dibin û ji nedîtî ve tên. Lê dema kurd tiştekê bikin hemû li dijî kurdan bi yek dengî diqîrin. Ev durûtiya wan çepgir û rewşenbîran jî nîşan dide.

Sermeselê di bûyera Mêrsînê ya li dijî Mala Polîsan de hemûyan serê xwe ji qulan derxistin û wekî dewletê bertek nîşan dan. Baş e! Di rewşên wiha de helbet mafê çepgir û rewşenbîran e ku li dijî tundiyê derkevin lê, ‘lê’ya vê heye. Gelo ma ne mafê me ye jî ku em çend pirsan ji wan bikin.

1 – Çima çepgir û rewşenbîr li hemberî tundiya dewletê dernakevin?

2- Dema dewlet bi balafirên bêmirov zarok, jin, kal û pîran dikuje dengê xwe dernaxin?

3- Çima dema dewlet bi sûîkastan kedkar û xebatkarê salan ên sivîl dikuje lê hûn di nav bêdengiyê de ne?

4- Çima li dijîî çekên qedexekirî û kimyewî rola xwe ya rewşenbîrî û çepgiriyê naleyîzin?

Werhasil pirs zêde ne û li cem me bersiva van pirsan jî heye ku ew jî ji vê nivîsê diyar dibe. Diyar e ku kuştinên ji hêla dewletê ve rewa ne li cem kesên xwediyên nasnameya bilind, lewra wekî dewletê ewqasî êrîşkar in. Ji ber ku di çavên wan de dewlet mafdar e û dikare kesên ji nasnameyên cuda bikuje. Di vê rewşê de gelo meriv dikare behsa rewşenbîrî yan jî çepgiriya van kesn bike? Bersiva vê jî li gel we.

Li dijî tundî, şer û hovitiya dewletê bêdengiya çepgir û rewşenbîran nîşaneyên polîtîkayên dewletê yên qirkirin û tunekirinê ne. Helbet ev kes dewletê û polîtîkayên wê yên li dijî neteweyên din rewa dibînin û di çarçoveya hiqûqa wê dewletê de dinirxînin. Jixwe heke dewletê kirasê hiqûqê li tundî û şerê xwe kiribe, ev kes ker, kor û lal dibin û xwe nebihistî dikin.

Divê bê diyarkirin ku di roja me ya îroyîn de organîzasyonên herî mezin ên terorîst bêguman dewlet in. Lê mixabin çepgir û rewşenbîrên îro li dijî neteweyên din xwedî nasnameya bilind û dewletparêz in. Lewra dewlet xwe dispêrin qanûnan, di çaroveya van qanûnan de mirovan bi çekên kimyewî dikujin û polîtîkayên xwe yên qirkirin, tunekirin, talankirinê li ser civakê bi hêsanî dimeşînin û didin meşandin.