28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana li Rojhilat êdî şoreş e

Rojnameger Îkram Balekanî, ji bo serhildanên li rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku êdî bûye şoreş û ev tişt got: “Gelên li Îranê azadiyê dixwazin. Eger şoreş bi ser bikeve wê êdî siyaseta li ser parçekirina gelan û baweriyan pûç bibe.”

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji ber kuştina jina cîwan Jîna Emînî zêdetirî mehekê ye serhildan hene. Her ku diçe serhildan berbelav dibe û Rejîma Îranê jî êrîşên xwe yên li dijî serhildanan tundtir dike. Herî dawî girtiyên siyasî û xwendekarên dibistanên navîn û lîseyan jî tev li van serhildanan bûn û dîktatoriya li Îranê red dikin. Der barê rewşa li rojhilatê Kurdistanê me bi rojnameger û nivîskar Ikram Balekanî re hevpeyvînek kir. Pirsên me û bersivên Balekanî yên ji bo pirsên me wiha ne:

Serhildanên ku piştî kuştina jina ciwan Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin mehek li pey xwe hiştin. Ev serhildan çawa dest pê kirin û niha li kîjan bajar an jî herêmên Rojhilat û Îranê didomin?

Berî ku bersiva pirsa we bidim, dixwazim vê yekê bînim bîra xwendevanên we ku li Îranê jî zû bi zû navên kurdî di nasnameyan de nayên nivîsin. Jîna Emînî jî mînaka herî berbiçav e. Ji ber ku navê Jîna nehatiye nivîsîn loma navê Mehsa nivîsîne. Lewre eger çapameniya kurdî û Kurdistanî wekî Jîna Emînî bi kar bîne wê rihê wê şad be. Niha li rojhilatê Kurdistanê çalakî didomin. Bêguman êdî em niha nikarin jê re bêjin çalakî. Ji ber ku nerazîbûn û çalakî veguhezîn serhildana gel.

Navenda wê Eyaleta Sine ye. Bajarê Jîna Emînî Seqiz jî girêdayî wê eyaletê ye. Di jargotina Îranê de wekî Eyaleta Kurdistanê hatiye pênasekirin û paytexta wê bajarê Sine ye. Hema bêje li seranserê rojhilatê Kurdistanê li hemû bajaran çalakî hene. Bêguman piştî vebûna dibistanan çalakî zêde bûne. Bi roj li dibistan û zanîngehan, bi şev li kuçe û kolanan çalakî dewam dikin. Êdî xelk bend û barîkatan datîne û hinek din bi rêxistinî çalakiyan pêk tîne. Li Îlamê li hemberî gel çek bi kar anîn.

Li Hemedanê ji bo piştgiriya Sine û ji bo ku dewlet nikare hêza alîkar bişîne ser xelkê, otoban xitimandin. Ciwanên Dêhgulanê bi şewat û agir otoban birîn. Li Urmiyê ku eyaleyeta herî mezin a Rojhilat e, li gelek taxan serhildan didome. Berê li taxên feqîr dest pê kiribû niha li taxên herî dewlemend ên bajêr jî çalakî hene. Li bakurê Îranê li Reşt û Gîlanê, li navenda Zerdeştiyan li Yezdê, li Azerbaycanê bi tayebetî li Erdebîlê çalakî zêde bûn.

Beriya niha jî li Rojhilat serhildanên bi vî rengî derketibûn holê û piştî demekê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn têkbirin. Çi ferq di navbera wan serhildanan û serhildana îro didome de heye?

Rast e li Rojhilat gelek caran serhildan hebûne. Serhiladana herî mezin a rojhilatê Kurdistanê sala 1999’ê de pêk hat. Dema li dijî birêz Ocalan bêbextî çêbû û bi kompoloyeke navdeweletî hate revandin, gelê kurd li Rojhilatê Kurdiisatanê rabû ser piyan. Wê çaxê bi dehan kes şehîd bûn. Li Sine komkujî pêk hat. Bi kurtî eger mirov bêje, di nava 43 salên temenê rejîma Îslamî ya Îranê de heta niha kurdan bi caran serî rakiriye. Lê her dem hatiye bêdengkirin.

Di navbera serhidana Rojhilat û ya Îranê de jî ferq û cudahî hene. Dema kurd serî rakin, Îran wekî cudaxwaz bi nav dike, kurdofobiyekê çêdike, gelên din ji tirsa Kurdistan cuda dibe, bêdeng dike, dibêje kurd dixwazin Îranê parçe bikin û gelên din ditirsîne, lewre kurd bi tenê dimînin û ew bi hêza leşkerî, bi girtin û kuştinê serhildanê difetisînin. Eger em li rewşa Îranê binêrin ew cudatir e. Berî ku ‘Bihara Erebî’ dest pê bike, pêşî li Îranê serhildan çêbû. Bi navê ‘Şoreşa Kesk’ serhildaneke mezin hebû. Lê hate fetisandin.

Ji ber du sedemên sereke serhildanên Îranê têne temirandin. Yek, gel hemû li navendeke bajar kom dibû. Du, Îranê ajanên xwe dixistin nava çalakiyan, çawa bixwesta wisa bi rêve dibir. Lê ew serhildanên berê û ya niha gelekî ji hev cuda ne. Niha gel li navendeke bajêr kom nabe û xwe nake hedef. Hêza Îranê parçe dike. Li dibistan, zanîngeh, kargeh, kuçe û kolanan, kî li ku çi bikare, wê dike.

Berê înternet û telefon hebûn, gel xeber dida hev, ajan jî pê dihesiyan. Niha li kuçeyan kom dibin, bi pêxistina agir, danîna bend û barîkatan çalakiyan dikin. Lewre ajan nikarin bikevin nava wan. Ferqeke din jî pêşengiya jinan e. Ji bilî Kurdistanê ku hebûna jinan, pêşengiya jinan dîtiye û qebûl kiriye, beşên din ên Îranê ne ewqas şareza ne. Hebûna jinan cesaretê dide wan. Ferqeke din jî ew e ku ciwan zêde beşdar dibin. Demeke dirêj e dewam dikin loma hêzên Îranê jî westiyan. Lewre nikarin wekî berê mudaxile bikin.

Ji ber kîjan sedeman rejîma Îranê serhildanan weke nerazîbûna li dijî xwe qebûl nake û weke lîstika Amerîka û welatên rojavayî dibîne. Ji bo tepisandina berxwedanê rejîm serî li lîstikên bi çi rengî dide?

Ne tenê Îran, hemû desthilatdarî û rejîmên dîktator ji bo xapandina raya giştî wisa tevdigerin. Hestên civakê istismar dikin. Dîn bi kar tînin, hestên gel bi kar tînin. Eger nebû êdî dijminekî diafirînin û xelkê pê ditirsînin. Îranê berê bi rêya dîn dixwest gel kontrol bike, kesên dijber wekî dijminê dîn pênase dikir. Jixwe her dem kurd wekî dijminê dîn, dijminê Îslamê bi nav dikin. Cîhada Xumeynî ya li dijî kurdan jî bi vê hişmendiyê pêk hat. Gotin ew kafir in, dijimê dîn in, divê bêne qirkirin. Ciwanên kurd ên ku têne îdamkirin jî wekî dijminê Xweda bi nav dikin. Haşa xwe wekî Xweda dibînin, jixwe Ayetullah ango nîşana Xweda. Ji xwe re dibêjin nûnerê Xweda yê li ser erdê.

Eger serhildan tenê li Kurdistanê bûya, fetisnadin ji bo wan rihet bû. Wê bigotina ew cudaxwaz in, ew dijminê Xweda ne, dijimnê dîn in û wisa êrîş bikirana. Lê niha li hemû Îranê ye, lewre dixwazin wekî lîstika Amerîka û Israîlê bi nav bikin. Lê ya rastî ne wisa ye. Amerîka û Israîl dostê veşartî yên Îranê ne. Ew naxwazin ew rejîm here. Eger Îran nebe, wê kembera şîeyan qels be. Ew dixwazin bi şîe û bi Îranê suniyan bitirsînin, ereban bitirsînin û çekan bifiroşin wan. Israîl bi vê siyasetê erebên ku li dijî wê bûn, razî kirin û niha bûne hevalbendên hev. Ew dixwazin ev rejîma Îranê hebe, lê naxwazin zêde bi hêz be.

Pêşengiya serhildanê jinên Rojhilat dikin. Dirûşmeya “Jin jiyan azadî” jî nîşaneya herî ber bi çav a vê yekê ye. Li ser vê dirûşmeyê jî gelek nîqaş tên kirin û her alî bi aliyê xwe ve dikişîne. Ev dirûşme ji aliyê serhildêran ve çawa tê dîtin?

Dema li bajarê Seqizê merasîma veşartina Jîna Emînî pêk dihat, jinan li ser goristanê ev silogana Jin, Jiyan, Azadî qîrand û ev bû çirûskek ji bo hemû Îranê. Ji ber ku civaka kurd ev silogan ji Bakur, ji Şengalê, Ji Rojava û Kobanê nas dikir. Di dema Kobanê de li Afxanistanê û li Îranê jî deng vedabû. Hinek zemîna wê hebû. Lê tişta balkêş mêran jî vê carê piştgiriya jinan kir û ev silogan êdî ji siloganeke femînîstî zêdetir bû nîşana azadiyê.

Jixwe PJAK’ê jî wekî Şoreşa Jinan bi nav kir û got wê bandorê li hemû Rojhilata Navîn bike. Îranê bi zanebûn xwest naveroka vê siloganê berovajî bike. Li dijî silogana Jin, Jiyan, Azadî ji bo mêran siloganeke pûç wekî mêr… nizanim çi qaşo silolganek alternatîf çêkirin, lê bi ser neketin. Gotinek heye dibêjin roj bi bêjingê nayê nixumandin.

Êdî her kes qebûl dike ku Abdulah Ocalan mîmarê vê siloganê ye. BBC bi sernavê “Ji hucreya tek kesî heta Kolanên Îranê Jin, Jiyan Azadî” nûçe analîzek li ser kurdan weşand û tê de cih dide gotinên Abdulah Ocalan û dibêje, Ocalan, li ser vê baweriyê ye ku jin yekem milet e ku di dîrokê de dîl hatiye girtin, dibêje heta jin azad nebin, wê civak azad nebe û projeya Jin Jiyan Azadî pêş xist.

Balkêş e ku tenê dîktatoriya Îranê, Talîbanên Afxanistanê û Mala Barzanî li dijî vê siloganê ne. Dibêjin bila Rojhilat nebe Rojava. Ji silogana Jin Jiyan Azadî ditirsin. Çapemeniya ku li aliyê Hewlêrê ye, vê siloganê sansur dike. Lê li Îranê û rojhilatê Kurdistanê keçên xwendekar li ser textê reş dinivîsin Jin Jiyan Azadî, xwe serqot dikin, porê xwe vedikin li meydanan dibêjin serkeftin a me ye.

Di vê pêvajoya ku ev serhildan didomin de Rejîma Îranê bi kîjan armancê hêzên kurd dike armanc û nêzikbûna hêz ango partiyên kurd ên Rojhilat ji bo serhildanan bi çi rengî ye?

Divê em rastiya xwe qebûl bikin û vê yekê ji bîr nekin ku li Rojihat tenê rêxistin û tevgerên aktîf KODAR û KJAR û PJAK in. Hêzên wan ên leşkerî Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK û Hêzên Parastina Jinan a Rojhilatê Kurdistanê HPJ hene. Partiyên din ên Rojhilat yên sereke PDKI (PDK Îran) û Komele ne. Piştî şehadeta Dr. Qasimlo û Şerefkendî êdî hêviya wan şikest. Hêzên başûrê Kurdistanê jî ew neçar kirin ku êdî bi Îranê re şer nekin. Ji sala 1994’an heta 1996’an gav bi gav ew vekişandin Başûr û piraniya wan li Kampên Koyê li nêzî Hewlêrê bi cih kirin. Ew neçar kirin ku deklere bikin êdî li dijî Îranê çekan bi kar nayînin û wê siyasetê bikin.

Êdî piraniya wan kal û pîr bûn, zewicîn, mal û zarokên wan hene. Mala Barzanî ew qas bandor li wan kiriye heta rê nadin wan ku ala Komara Kurdistanê ya mîrasa Qazî Mihemed e, hildin. Tenê PJAK wekî ala Rojhilat qebûl dike, di civînên xwe de hil dide û li mîrasa Qazî Mihemed xwedî derdikeve. Tenê PJAK ji tecrubeya Rojava, Bakur sûdê digere û xwe li her derê bi rêxistin dike. KODAR jî dibêje êdî vegera serhildana gelan tuneye. Divê gel rêveberiya xwe ya bajaran saz bike.

Her wiha PJAK ji bo tifaq û hevgirtina hêzên Kurdistanî çêbibe, heta roja Kongreya Neteweyî pêk bê, platformeke hevbeş a Kurdistanî ava bibe û li ser ala hevbeş biryarekê bide, ala Komara Kurdistanê (mîrasa Qazî Mihemed) wekî sembola hevgirtin û nîşana tifaqa Kurdan dibîne.

Wê ev serhildan çi bi xwe re bînin; hem li Rojhilat hem jî li Rojhilata Navîn dibe ku bibe sedema guhertinên mezin ên siyasî û civakî?

Ev serhildan êdî şoreş e. Şerê ronî û tariyê ye. Şerê gelan e. Gelên li Îranê azadiyê dixwazin. Eger şoreş bi ser bikeve wê êdî siyaseta li ser parçekirina gelan, siyaseta li ser dîn û baweriyan, dijberiya sûnî û şîeyan wê pûç bibe. Lewre wê Rojhilata Navîn ber bi demokrasiyê ve biçe. Mînaka Rojava li ber çavan e, eger li Rojhilat jî ev azmûn pêk bê û wê bi rihetî hevgirtina kurd û azeriyan çêbibe. Dibe ku berfirehtir jî bibe. Li Xurastanê hevgirtina kurdan û belûçan wê çêbe. Eger bi ser nekeve jî wê Îran ne wekî berê be. Êdî ev peyameke cidî bû ji bo her kesî. Hem hêzên kurdistanî û hem jî hêzên cîhanî wê vê ji nû ve bifikirin. Wê her kes ji nû ve lîstika xwe ya li Îranê saz bike.