6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Darên ku li Botanê dibirin dibin kalekolan

Derket holê ku beşeke darên li çoltera Şirnexê tên birîn, ji bo şewitandinê dibin kalekol û baregehên leşkerî.

Li herêma Botanê, birîna daran ji bo avakirina qereqol û kalekolên nû bên avakirin û rê bên derbaskirin, di sala 2019’an de bi hinceta “ewlehiyê” dest pê kir û heta niha bênavber berdewam dike. Cerdevan, di bin çavdêriya leşkeran de di bin navê “herêmên ewle yên taybet” de li gundên Cinîwêr, Xerbige, Bestîn, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsorê û qadên Kaniyamîr, Bîrateto, Bîrapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya û Girê Derîncê qadên daristan tune kirin.

Her wiha li qadên Difina Ataturk, Ax Reşka, Çala Nêriya, Çala Guza û Dêriyê Çirçira yên Çiyayê Cûdî jî dar tên birîn. Beşeke mezin a darên hatin birîn, ji bo firotinê li TIR û kamyonan tên barkirin û dibin bajarên cuda.

Beşeke daran jî di demên dawî de dibin qereqol, kalekol, baregehên leşkerî û noxteyên kontrolê yên li bajêr. Ji bo zivistanê bişewitînin bi tonan dar birin baxçeyê kuleyên leşkerî yên di navbera navenda Şirnexê û bajaroka Gundikê Melê. Dîsa hate dîtin ku darên li bejahiya bajêr hatine birîn li noxteyên kontrolan hatine nijinandin.