2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di kurdbûnê de jidilbûn

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ji 17’ê nîsanê ve artêşa tirk a dagirker bi piştgiriya NATO û hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye. Ji roja ku êrîşan dest pê kiriye ve li herêmê di navbera gerîlayên azadiyê û artêşa dagirker de şerekî giran diqewime. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi derfetên xwe yên kêm li dijî teknîka leşkerî ya serdemê şerê man û nemanê dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê encamên şerê li herêmê diqewime rojane bi raya giştî re parve dike. HPG’ê herî dawî di 17’ê cotmehê de bîlançoya şerê 6 mehan aşkera kir. Di vê pêvajoyê de gerîlayên azadiyê di 2 hezar û 556 çalakiyan de herî kêm 2 hezar û 346 dagirker ceza kirine. Ev hêjmar rastiya şerê li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê rûdide radixe ber çavan. Di vî şerê giran de 153 gerîlayên ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin jî şehîd bûne.

Piştî aşkerakirina bîlançoyê bi rojekê Ajansa Nûçeyan a Firatê dîmenên du gerîlayên ku ji çekên kîmyewî bibandor bûne weşand. Di dîmenan de rastiya şerê li herêmê û hovîtiya artêşa tirk a li dijî gerîlayên Kurdistanê pêk tîne bi awayekî aşkera tê dîtin. Bêguman şerê li herêmê diqewime ne şerekî ji rêzê ye, lewma encamên vî şerê dijwar jî wê ne ji rêzê bin. Di heman rojê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî bi daxuyaniyekê ragihand ku 17 gerîlayên HPG û YJA-Starê di êrîşên bi çekên kîmyewî de li Zap û Avaşînê şehîd bûne.

Tişta ku di dîmenan de tê dîtin dilê her kesê ku ji xwe re dibêje “ez mirov im” diêşîne. Li dijî vê hovîtiya ku li ser keç û xortên kurd pêk hat bêdengî tê wateya qebûkirina vî sûcî.

Ji roja ku ev dîmen hatine weşandin ve gelê kurd û dostên xwe li dijî sûcên şer ên dewleta tirk li qadan in. Lê divê bê zanîn ku bi çalakiyan tenê dawî li vî şerê qirêj û hovane nayê. A rast divê di her qada jiyanê de li dijî vê hovîtiyê têkoşîneke xurt hebe. Ger ev têkoşîn bê mezinkirin û li her derê belav bibe, wê demê wê bi wate bibe.

Di serî de hunermend, nivîskar, rewşenbîr û kesayetên pêşeng ên civakê divê li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin û xwedî helwest bin. Ger bi rastî ev kes di mijara kurdayetiyê de jidilbin û li dijî şerê dagirkeriyê xwedî helwest bin divê dengê xwe bilind bikin.

Li dijî vî sûcê şer bibin pêşeng û li qada bin. Lê mixabin hê gelek kes hene ku tevî dîmenên çekên kîmyewî li holê ne jî bi şerê taybet ê dewleta dagirker tên xapandin û hewl didin vê rastiya heyî berovajî bikin.

Gelo ji bo rastiya şerê li herêmê rû dide û bikaranîna çekên kîmyewî bi awayekî aşkera were dîtin pêwîst dikir ku ev dîmen werin dayîn? Bêguman ji bo wan kesên ku li dijî rastiyê serê xwe xistine bin qûmê ev pêwîstiyek bû. Lê divê bê zanîn ku weşandina dîmenan rastiya şerê li Kurdistanê ye. Li gorî vê rastiya şerê li Kurdistanê diqewime divê her kesê ku xwedî wijdan kêliyekê be jî xwe têxe dewsa wan gerîlayan. Ew gerîlayên ku ji bo doza azadiya gelê xwe hemû jiyana takekesî li pêy xwe hiştine û ser dane vê doza azadiyê, em deyndarê wan in. Lê em çiqas di ferqa vê de ne. Ango em çiqas xwedî li têkoşîna wan derdikevin.

Dema mirov li asta êrîşên li ser gerîla çêdibin dinêre diyar dibe ku wek tê xwestin em xwedî li mîrateya wan dernakevin. Em ji bo wan gerîlayên ku ji bo azadiya gelê xwe bê nefes dimînin nabin nefes, nabin hêza jiyanê.

Divê em vê yekê qebûl bikin ku berpirsyarên wan dîmênên ku hatine weşandin em bi xwe ne. Ên hiştin malbat û hevalên wan gerîlayan li van dîmenan mêze bikin, bêhelwestiya me û li dijî vî şerî bêdengiya me bû. Ev dîmen çawa ku dilê dê û bavekî diêşîne, divê ji bo me jî bibe rexne û di dilê me de kîn û nefretek mezin çêbike. Bi vî awayî di serî de ciwanên kurd û hemû aliyên azadîxwaz divê li dijî vê hovîtiya ku li ser gelan tê ferzkirin bibin xwedî helwest. Li dijî wan gerîlayên ku di tunelên şer de li ber xwe didin ev erk û berpirsyariya me ya herî bingehîn e.

Niha gelek kes berê xwe didin hêzên navneteweyî û ji wan li benda hêviyê ne. Ma dibe ji dewletên ku bi xwe şirîkên vî şerî ne hêvî bê kirin? Ên van çekan difroşin dewleta tirk gelo dixwazin şer bisekine?

Gelo xema wan e ka kî miriye ango kî hatiye qetilkirin? Nexêr… Ew li pey berjewendiyên xwe ne. Lewma divê gelê kurd û dostên xwe bêyî ku têkevin nava bendewariyeke pûç û vala bi xwe bikaribin xwedî li hebûna xwe derkevin û li dijî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwesteke biwate bin.

Ger ev pêk neyê wê çi bibe? Di vê bê zanîn ku bêxemî û bêhelwestî wê vê êşê jî bi me bide jibîrkirin. Çawa ku artêşa tirk a dagirker di 22 û 24’ê cotmeha 2011’an de li dijî gerîlayên HPG’ê komkujiyek pêk anîbûn û di vê êrîşa çekên kîmyewî de 36 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn û îro kes bahsa wê nake, wê piştî çend salên din jî kes bahsa vê bûyerê jî neke. Lewma ger îro em xwedî li hebûna xwe dernekevin sibê em nikarin behsa azadiyê jî bikin. ji ber vê yekê beriya her tiştî divê her kesê xwedî wijdan ji dil bixebite. Naxwe wê dîrok me efû neke!