21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger  daxwaza girtina Çandar kir

Di derheqê rojnameger û namzetê parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Cengîz Çandar ji ber parvekirineke 6 sal bere doz hatibû vekirin de danişîna îro  dozger daxwaza girtinê kir.

Rojnameger û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk a Amedê Cengîz Çandar, di 30’ê gulana sala 2017’an de têkildarî Ayşe Denîz Karacagîl ku di raya giştî de weke “Keça fularsor” dihat naskirin û li Reqayê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû,  li ser medyaya civakî peyamek parve kiribû. Ji ber vê parvekirinê, derheqê Çandar de doz hatibû vekirin û duyemîn danişîna dozê li 30’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin.

Dihat payîn ku danişîn di 11’ê nîsanê de were lidarxistin lê li ser daxwaza parêzerên Çandar, danişîn ji bo îro hate taloqkirin. Çandar, parêzerên wî Veysel Ok û Merve Kurhan tev li danişînê bûn.

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre Çandar parastina xwe kir. Çandar, got ku di dema wê parvekirinê de li derveyî welat bû û navê kesa ku tê îdiakirin “pesnê wê daye” jî qet nedizanî. Bi domdarî Çandar diyar kir ku piştî wêneyê Ayşe Denîz Karacagîl ê di dema çalakiyên Parka Geziyê de hatiye kişandin dîtî, navê wê hatiye bîra wî û wiha pê de çû: “Dema min parvekirina bavê wê ya li ser medyaya civakî dîtî, weke bavekî ez jî hestiyar bûm û min ew peyam parve kir. Têgehên ‘ferîşte’ û ‘bilind bû asîman’ di esasê xwe de gotinên bavê wê bûn. Parvekirina min bi tevahî hewldanekî wijdanî bû. Kesa hatiye kuştin, li Reqayê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞ’ê ku Tirkiye jî weke rêxistina terorê pênase dike şer kir û di destpêka salên bîstê de mir. Di temenekî wiha de kete bin axa sar û ji gotinên bavê wê bandor bûm. Lewma min ew peyam parve kir. Bi hestên wijdanî min hewl da xwe îfade bikim.”

Çandar, paşdexistina ceza qebûl nekir û daxwaza beraeta xwe kir.

Piştre jî parêzer Veysel Ok parastin kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo hêmayên ‘pesindayîna sûc û sûcdar’ çêbibin, divê derheqê Karacagîl de biryara mehkûmiyetê ya teqez hebe. Divê di vê mijdarê de lêkolîn were kirin. Daxwaza me ev e. Em ê piştî mutalaayê dîsa parastina xwe bikin.”

Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û xwest ku Çandar were cezakirin. Her wiha dozger xwest ku daxwaza parêzer Ok were redkirin.

Dadgehê daxwaza parêzerê Çandar a ji bo parastina li dijî mutalaayê dem da û danişîn taloqî 16’ê gulanê kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber parvekirina behsa xeberê, di dozê de ji bo Çandar 2 sal cezayê hefsê tê xwestin.