spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Seqizê dikandaran êrîşên kîmyewî protesto kirin

Esnafên li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê bi mebesta protestokirina êrîşên kîmyewî derabeyên dikanên xwe venekirin.

Êrîşên li dijî xwendekarên keç ên Îranê berdewam in. Esnafên bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê bi mebesta protestokirina van êrişan, derabeyên dikanên xwe venekirin. Zaroka bi navê Karo Pashabadî ku di êrîşa çekên kîmyewî ya di meha adarê ya li Tehranê de jehrî bûbû, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Êrişên bi çekên kîmyewî ku di 30’ê mijdara 2022’yan de li bajarê Kumê dest pê kiribûn, li tevahiya Îranê belav bûn û heta niha herî kêm 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Seqizê jî li dijî dibistanên xwendekarên keç ên Meraj, Taleghanî, Samiya, Meraj, Bint Al-Hadi Sadr, Esteghlal û Ismat Bakhsh Zarineh êriş hatin kirin. Heta niha 50 zarokên ji van êrîşan bibandor bûn li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa 20 xwendekaran jî giran e.