spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar îro nobeta xwe li ber Girtîgeha Xarpêtê girt

Malbata Şenyaşar, îro nobeta xwe ya edaletê li ber Girtîgeha Xarpêtê domand. Ferît Şenyaşar, di nobetê de axivî û ev tişt got: “Li meclîsê em ê ji Girtîgeha Xarpêtê heta Edîrneyê bibin dengê hemû girtiyên siyasî û KHK’iyan.”

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn kuştin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 749’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji bo hevdîtina bi Fadil Şenyaşar çûn Xarpêtê, nobeta xwe ya edaletê îro li ber Girtîgeha Xarpêtê girtin. Ferît Şenyaşar ê li ber girtîgehê axivî û diyar kir ku sedema wan a li ber Girtîgeha Xarpêtê girtina birayê wî ya bi hêza siyasî ya parlamenterê AKP’î ye û ev tişt got: “Birayê me nêzî 5 sal in bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de tê ragirtin. Dê di 16’ê gulanê de ji doza nexweşxaneyê û kargehê ya kirin yek bê darizandin. Di 14’ê Gulanê de wê edalet pêk were û em ê birayê xwe ji vir bigirin û bibin mala wî.”

Ferît Şenyaşar, bal kişand ser namzetiya xwe ya parlamenteriyê ya ji Partiya Çepên Kesk a ji rêza 4’emîn a Rihayê û anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya edaletê di 14’ê Gulanê de veguhêzin Meclisê û ev tişt anî ziman: “Em ê ji Girtîgeha Xarpêtê heta Edîrneyê bibin dengê hemû girtiyên siyasî û KHK’iyan ê li Meclisê.”