5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Wê tifaqa kurd bibe destpêka pêngaveke nû’

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, diyar kir ku Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ne beşeke Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wê bibe destpêka pêngaveke nû ya dîrokî.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên giştî yên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyeyê de di 3’ê nîsane de li Amedê bi tevlêbûna 9 partî û tevgerên kurdan Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hat avakirin. Partiyên kurd ku di vê tifaqê de cih digirin wê piştgirî bidin Partiya Çep a Kesk û çend nûnerên wan di lîsteyên Partiya Çep a Kesk de weke namzet bên nîşandan. Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, der barê tifaqê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Serok Mehmet Kamaç, diyar kir ku ji ber hevkariya partiyên kurd tenê ne ji bo hilbijatinê ye ragihandina wan a Tifaqa Azadî û Demokrasiyê dereng ketiye û wiha got: “Divê timik di navbera partiyên kurdan de tifaq û xebat hebin. Ji ber vê sedemê jî mijara tifaqê bi sedan sal in di nav kurdan de cihekî girîng digire. Lê mixabin kurd di vê mijarê de tu demî jî bi serneketine û ev bûye sedema windakirina kurdan. Di vê pêvajoyê de kurd di demeke dîrokî re derbas dibin. Mîsyoneke dîrokî li ser milê partî û rêxistinên kurdan e.”

Ne heman tifaq in

Kamaç, da zanîn ku Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ne tenê tifaqa hilbijartinê ye û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Tifaq tenê li ser hilbijartinê nehat menekirin. Ev tifaq wê bibe bingeha tifaqeke mayînde. Em bawer in ku aliyên kurd gihiştîne vê astê. Hêviya me ew e ku ev tifaq di pêşerojê de berfireh bibe. Xalên rojane di metna deklarasyoné de hatin ragihandin.”

Di dewamê de Kamaç, destnîşan kir ku tîfaqa wan ne beşeke Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha pêde çû: “Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Azadî û Demokrasiyê beşên hev nîn in. Tifaqa me li ser vê nehat damezrandin. Di bingehên esasî de cudatiyên wan hene. Minak Tifaqa Ked û Azadiyê li ser bîrdoziyekê tê pênasekirin. Hemû beş û pêkhateyên wê çepgir in. Lê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê her çiqas li ser navê ‘kurd’ bê pênasekirin jî di nav tifaqê de nerînên cuda jî cih digirin. Ji oldaran bigire hetanî çepgiran ji her nêrîn, bîrdozî û bawerî, di nav de cih digirin. Li ser van cudahiyan derdikeve holê ku her du tifaq ne beşên hev in. Lê wê her du tifaq di hilbijartinê de hevkar û alîgirên hev bin.”

Nêrîna berteng a Akdenîz

Kamaç, got ku der barê tifaqa wan de bertek û nêrînên berteng ên çepên tirk hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak gotinên serokê EMEP’ê birêz Ercument Akdenîz ên mîna ‘tifaqek li ser navê netevekê bê penasekirin bertengî çêdibe’ nêrîneke berteng e. Belê rast e her navkirinek sinorekî datîne. Lê mesele ne nav e, naverok girîngtir e. Her kes dizane sînorê bîrdoziyê ji sînorê neteweyê tengtir e. Lê rastiyek heye nerînên her du tifaqan a li ser pirsgirêka kurd ji hev cuda ne. Ev heta astekî nakokiyê di navbera her du tifaqan de çêdike. Lê em dixwazin ku ev mijar nebe sedema nîqaşeke navbera her du tifaqan.”

Der barê encamên ku tifaqa wan bixwe re bîne de jî Kamaç ev nirxandin kir: “Di salên dawîn de her kes dibîne ku ji ber rêveberiya Tifaqa Cûmhûr Tirkiye di nav krîzeke mezin de ye. Her wiha li ser destkeftiyên kurdan êrîşên sîstematîk didomin. Li welat bêhiqûqî bûye hiqûq. Pêwîstiya civakê bi bêhngirtinekê heye û ji bo vê jî divê ev desthilata zordar AKP-MHP’ê têk biçe. Di serî de kurd pêwistiya her kesî bi vê pêngavê heye. Ji bo avakirina sîstematîk a bi edalet, azadîxwaz, demokratîk û aştîxwaz divê destpêkê ev desthilata têk biçe. Heke ev pêngav encam bide wê bibe destpêka pêngaveke nû ya dîrokî.”

Rastiya diyarkirina namzetan

Kamaç, bi lêv kir ku mijara namzetan di nîqaşên wan ên lihevkirinê de pir cih negirtiye û der barê mijarê de ev agahî dan: “Dema ku li ser mijarên esasî yên di metna deklerasyonê de hatin aşkerakirin lihevkirin pêk hat, ji bo temsîliyeta vê mîsyonê diyarkirina namzetan bû xaleke hêsan. Her kes di wê zanistiyê de ye ku avakirina tifaqê û diyarkirina namzetan ne encameke detpêkeke nû ye. Pekhateyên vê tifaqê ji bo ku ev xebat bigihîje encameke serkeftî wê namzetên xwe li gorî vê rastiyê diyar bikin. Lê bila her kes bizanibe ku ev tifaq li ser namzetan pêk nehatiye. Tê zanîn ku hinek pêkhateyên tifaqê bê temsîliyet di nav tifaqê de cih digirin.”