spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatiyên Derbendîxanê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Welatiyên Derbendîxanê êrîşa dewleta tirk a li ser balafirxaneya Silêmaniyê şermezarkirin û gotin; “Êrîş metirsiyê li ser hemû ferdek Kurdistanê çêdike, divê bi yekîtiyê rê li êrîşan were girtin.”

Dewleta tirk di 7’ê nîsanê de bi êrîşek hewayî ya balafira bê mirov, konveya ku fermandarê HSD’ê Mazlum Abdî jî tê de bû, li Silêmaniyê kir hedef. Piştî êrîşê destpêkê ji YNK’ê, piştre jî xelkê Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek tûnd nîşanî êrîşê dan. Nerazîbûna li hemberî êrîşên dewleta tirk dewam dikin.

Duh êvarî li ber derê qehwexaneya Çandî ya navçeya Derbendîxan ya ser bi Silêmaniyê, bi dehan kes kombûn û êrîşa dewleta tirk  şermezarkirin.

Welatiyan di çalakiya xwe de diyar kirin ku êrîşa ser balafirxaneya Silêmaniyê, êrîşa ser hemû Kurdan e, divê rê li êrîşan were girtin.

Li ser navê welatiyan daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; “Em hemû dizanin dijmin ji valehiya di navbera hêzên siyasî yên herêmê sûd digre û êrîş dike. Divê êdî vê yekê ji xwe re bikin dersek û bi yekîtiyê hemberî van metirsiyên li ser herêmê were sekinandin. Ya niha rûdayî, mezinahiya metirsiyên dema pêş dide nîşan dan. Li gorî me eger em di nava xwe de nebin yek, em ê hemû bi hev re ji holê rabin, ji ber ku armanca dijmin tunekirina Kurdan e.”