17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetên Partiya Çepên Kesk ji sedî 40 jin in

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ji sedî 40 jin in. Ev rêje di hilbijartinên parlamentoyê yên Tirkiyeyê de, ya herî bilind e

Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê lîsteyên xwe yên parlamenterên ji bo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind kirin.

Di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de ku li şûna HDP’ê dikeve hilbijartinan, ji 490 namzetan 193 jin in. Her wiha ji 398 namzetên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya di bin Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digire jî 161 namzet jin.

AKP û hevkarê wê MHP ku dema desthilata wan de jin bûne hedef, bûyerên tacîz û tecawizê û cînayetên jinan zêde bûn, jin di lîsteyên namzetan de jî tune hatin hesibandin. Di lîsteya namzetên parlamenteriyê yên AKP’ê de, bi tenê 113 jinan cih girtin. Di lîsteya namzetan a hevkarê desthilata AKP’ê, MHP’ê de jî tenê 73 jin hene. Di AKP’ê de ji sedî 18 jin namzet hatin nîşandan, di MHP’ê de ev rêje daket ji sedî 12’an.

Di lîsteya ku Partiya Gel a Komarê (CHP) ku partiya herî mezin a opozîsyonê ye, 580 namzetan cih girt. Ji van namzetan tenê 153 jin in anku rêjeya jinan ji sedî 26 e.