6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Agiriyê armanc 4 wekîl in

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Cemal Akar anî ziman ku li Agiriyê armanca wan 4 û 0’e û wiha got: “Ev hikumeta yekperest, kurdan tune dihesibîne û desthilata xwe li ser tasfiyekirina kurdan ava kiriye wê têk biçe.”

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê partiyên siyasî xwe ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê amade dikin. Partiyên siyasî di 9’ê nîsanê de lîsteyên namzetiyên wekiliyê radestî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Partiya Çepên Kesk li Agiriyê Sirri Sakik, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz namzet nîşan dan.

Wê ji bo çar wekîlan têbokoşin

Niha li bajêr 3 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yek jî yê AKP’ê hene. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Agiriyê Cemal Akar diyar kir ku armanca wan ew e ku li Agiriyê 4 wekîlan derxînin. Akar, anî ziman ku gel eleqeyeke zêde nîşanî Partiya Çepên Kesk dide û wiha got: “Ji bo em layiqî vê coş û baweriyê bibin û di hilbijartinan de ser bikevin em bi gel û pêkhateyên xwe re di nava xebateke zêde de ne.”

Hêrsa gel a ji îktidara yekperst

Akar, bi lêv kir ku di hilbijartinên serdema beriya niha de 3 wekîl derxistin lê armanc dikin ku di vê hilbijartinê de 4 wekîlan derxînin û wiha dewam kir: “Partiyên din bûne partiyên tabelayê. Em beriya niha bi AKP’ê re ji bo wekîlekê/î ketibûn pêşbirka parlamenteriyê lê gelê me êdî ji vê pergala faşîst, îmha û înkarê re bi hêrs e. Krîz bi her awayî bandorê li jiyana gel dike. Hilbijartin ji bo me amûreke, em partiya gel in. Em bertek û hêrsa gel dibînin li gorî teşe didin polîtîkaya xwe. Partiya Çepên Kesk aktoreke bi hêz e û vê care em ê bikin 4 û 0. Em ê plaqeya xwe bikin tabela.”

Bergirî ji bo sindoqan

Akar, qala ewlehiya hilbijartinê ya di sindoqan de kir û wiha dewam kir: “Me hemû bergiriyên xwe girtin. Beriya niha ev pergal teşhir bû. Her kes dizane ku ev diz in. Xebatên me yên cidî hene ji bo ewlehiya hilbijartinê. Em bi gelek hiqûqnasan re hevdîtinê dikin, em ê ewlehiya hilbijartinê bi wan re pêk bînin. Di heman demê de gelê me yê welatparêz û xebatkarên partiya me jî tişta ji destê wan bê dê bikin. Me di her warî de bergiriyên xwe girtine, em ê sindoqan biparêzin.”

‘Em ê ji wan kesan xilas bibin ku kurdan tune dihesibînin’

Akar, anî ziman ku hikumeta yekperest, kurdan tune dihesibîne û desthilata xwe li ser tasfiyekirina kurdan ava kiriye wê têk biçe û bi lêv kir ku Partiya Çepên Kesk ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd kedê dide.

Akar, da zanîn ku ji hilbijartinê re amade ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê ji Agiriyê dest bi têkbirina vê pergala dikta bikin. Pêşengtiya me daxwaz, berjewendî û zimanê gelê me ye. Pêşeroja gelekî mijara gotinê ye em siyasetmedar jî di vê mijarê de amade ne ku her cure bedelan bidin. Ev gel wê teqez ser bikeve. Em ê ser bikevin.”