3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev bihar dê xweş bihar be

Li Kurdistan û Tirkiyeyê tovên guherîna rejîmê bi hatina biharê re şax da. Wisa xuya dike ku ev bihar dê xweş bihar be, ev bihar dê nû bihar be, ev bihar dê bihareke nûjiyan be.

Carinan mirov ji hesreta jiyaneke azad hema dixwaze bi hevokekê be jî hêviyên xwe li her deverê bireşîne û baweriyê şîn bike. Dewleta rejîma yekperest a ku serkêşiya wê AKP dike bi salan e bi kirinên xwe yên dijmirovî, bi qetlîam û êrîşan, bi talan û wêrankirinan mafê me yê hêviyê jî dorpêç kiribû. Di qesrên xwe de bi planên zêdekirina berjewendiyan hemû xwestekên civakê berteref kirin û ji bo berdewama desthilata xwe her dever bi şer û pevçûnan tije kirin. Xelk bi xizaniyê re rû bi rû hişt û xwest civakê bi birçîbûnê aş bike. Her kê serî rakir jî bi darê xwe yê darazê li serê wan da û bi armanca civakeke çiqasî ji exlaq û wijdanê, çiqasî ji edalet û wekheviyê dûr bikeve ew jî dê ew qasî bi hêz û ewletir bibe, tevgeriyan. Zindan bi kurdan, çepgir û sosyalistan, bi rojnameger û jinan tije kir. Li ser girtiyên polîtîk hiqûqa dijminane xist meriyetê. Goristanên kurdan talan kirin û mirovatiya mayî jî xwestin were binaxkirin. Bê guman ev yekan taybetî bi polîtîkayên şer ên bi kurdan re û li ser maf û destkeftiyên jinan kirin ku zilmeke nedîtî hat jiyandin. Wan armanc dikir ku rejîma wan dê bibe rejîmeke mîsogerkirî û wê bibin xwediyê mafê her zindiyekê/î. Tişta ku hesab nedikirin ango nedixwestin qebûl bikin jî tam di vir de bi nêzbûna hilbijartinê re careke din li nava çavên wan dikeve; berxwedana kurdan ji plan û rejîma wan, têkoşîna jinan ji tifaq û paşverûtiya wan bi hêztir in.

Bi nêzbûna hilbijartinê re hê partî û tifaqan starta xebatên hilbijartinê nedabû gel bixwe dest bi kar û xebatan kir û rengê hilbijartinê da diyarkirin. Kelecana gel a herî ber bi çav jî di tevlêbûna Newrozê de derket holê. Her çend ji ber guherîna zagona hilbijartinê ya nû alozî û nîqaş gelek çêbûn jî her kes bi hêvî û baweriyeke xurt li banda roja 14’ê gulanê ye. Ya ku me eleqedar dike jî ji alozî û nîqaşên siyasetê wêdetir jixwe ew baweriya gel a rojek berî rojekê rejîma ku dijminatiyê li her kesî dike bişînin û êdî hilmeke aram bistînin bixwe ye. Belkî bi erdhejê re ketina maskeya AKP-MHP’ê ya tenê xwe û berjewendiyên xwe difikire hê berbiçav derket holê. Ma çawa dernekeve? Xelkê bi rojan ligel bêderfetiyan bi destên xwe birîndar û miriyên xwe ji nava kavilan derxistin û hê jî aqûbeta hezaran nayê zanîn. Ji ber ku der barê erdhejê de gelek analîz tên kirin ez ê nekevim wê mijarê lê encamên erdhejê ji bona dawîbûna desthilatê bandoreke mezin be jî weke çend mînakên ku min di destpêkê de nivîsandine helbet ne ew tenê ne. Gel êdî ferq kiriye ku ev desthilat dixwaze li ser koka civakê rûnê. Ger weke rojnamegereke ku li bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê Stenbolê dijîm û ji her gel û baweriyan nêrîn, xwestek û bertekan digirim çavderiyên xwe parve bikim bi dilekî rihet dikarim bibêjim ku vê rejîmê jixwe winda kiriye û heta roja hilbijartinê ew ê tenê emrê xwe yê dawî bijî.

Piştî Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kir ku ew dê bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê li Enqereyê du danezan hatin aşkerakirin. Her du danezan jî bi destnîşankirina xalên girîng ên sedema pirsgirêkên welêt û bi analîzkirinan ji bo çareseriyê ferqa xeta sêyemîn nîşanî me her kesî da. Ligel di danezana 30’ê adarê hat aşkerakirin de ji bo welatekî demokratîk û jiyaneke wekhev û azad gelek xal hatibûn destnîşankirin jî jinên têkoşer ên di hedefa yekemîn a tifaqa desthilata pûç û paşverû de ne bi tecrube û polîtîkbûna xwe careke din da xuyakirin ku di çareserkirina pirsgirêkên welêt de jin xwedî gotin û roleke xweser in  û divê hedef û pêşniyarên jinan ên ji bona pêşeroja vî welatî jî bi danezaneke xweser a jinan were aşkerekirin.

Berxwedana Jin Jiyan Azadî ya ku jinên kurd pêşengiya wê dikin û li hemû cîhanê belav bûye bi danezana ‘Dîsa Jin Dîsa Jiyan’ polîtîkayên taybet ên dewleta mêrsalar careke din hat teşhîrkirin. Ji ber ku tespît û rêbaz xurt hatibûn ravekirin hêz û hêrsa jinan da nîşandan ku dê hesabê ji desthilata ku dijminatiyê li jinan dike bipirsin û vê pergala genî wê bi baweriya xweşikbûna vîna jinan biguherînin. Bo vê yekê danezana tifaqa jinan a 2’yê nîsanê danezaneke dîrokî bû û ger xalên wê bikevin meriyetê jixwe dê tu pirsgirêkên vî welatî nemînin.

Li aliyê din ji bo siyaseta dij-kurd bi yekitiya kurdan were bêbandorkirin, li Amedê Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê jî danezana xwe ya hilbijartinê aşkera kir. Ji Bakur heta Rojava, ji Başûr heta Rojhilat kurd bi rêxistinbûyî û berxwedana xwe riya serkeftinê nedabin mêtîngeran jî polîtîkayên înkar, êrîş, bişaftin û tundiya sed salan li hemû parçeyan derketiye asta herî jor. Sed sal berê çawa ku bi Peymana Lozanê em ji hev parçe parçe kirin û dewletan pergalên xwe li ser parçebûna me ava kirin bi salan e ji bona yekîtî û tifaqa kurd nebe û kurd bê statu bên hiştin çi ji destên wan hat kirin û hê jî dikin. Bo vê yekê ji bona ev rejîma zingargirtî bi dawî bibe ketina hilbijartinê ya di bin banê Partiya Çep a Kesk li Tirkiyeyê çi qasî Tifaqa Ked û Azadiyê bi qedr û hêja be li Kurdistanê jî Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê ew qasî bi nirx û hêja ye. Heta ez dikarim bibêjim ku ji bo me kurdan bo bersivdayîna sed salan a parçekirin û hesabên li ser tunekirinê tifaqa kurdî hê bi manetir e û me bi wê hêviyê ku tifaqek giştî ya kurdên her aliyan di demek nêz de çêbibe.

Ji bo encamên hilbijartinan berê her kesî/kesê li kurdan e. Kurd ji aniha ve bi hemleyên xwe pergal şaş û gêj kirine. Êdî her kes rastiya ku bêyî kurd ev pergal/rejîm nikare were guherîn baş dizane. Her wiha rastiyeke din a divê were destnîşankirin heye ku bi vîna jinan ew ê pergala ku tifaqa xwe li ser maf û destkeftiyên jinan ava bûye winda bike ye. Di vî alî de helbet divê fikarên welatiyan jî baş bên fêmkirin û tevdîr jî baş bên girtin lê ger bi fen û dolaban têkçûyîna xwe veşêrin jî ew dê dîsa li vîna kurd û têkoşîna jinan biqelibin. Ji ber ku li vê erdnîgariyê yên ku xwe bê vebijêrk nabînin kurd û jin in. Bo vê yekê gotinên ku min di serî de nivîsandibûn bi her awayî derbasdar e: Ev bihar dê xweş bihar be, ev bihar dê nûbihar be…