3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger dozek din li rojnameger Çelîk vekir

Dozgerê Komarê yê Hezexê der barê Rojnameger Omer Çelîk de doz vekir

Dozgerê Komarê yê Hezexê li Rojnameger Omer Çelîk doz vekir. Omer Çelîk berê tevî 15 rojnamegeran di 8’ê Hezirana 2022’an de hatibû binçavkirin û girtin û 13 mehan girtî mabû.

Rojnameger di 8’ê hezîrana 2022’yan de tevî 15 hempîşeyên xwe li Amedê hate binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hate girtin. Çelîk û hempîşeyên xwe piştî 13 mehan girtî ma, di danişîna yekemîn de hat berdan. Niha jî Dozgerê Komarê yê Hezexê der heqê rojnameger Çelîk de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir. Dozger ji bo Çelîk heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Ji ber biryara bêrayetiyê îdianame ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hate şandin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî îdianame qebûl kir. Serdozgeriyê ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê xwest ku dosyaya Çelîk bi dosyaya 22 kesên din ên tên darizandin re were yekkirin. Dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir.

Çelîk beriya girtina xwe li Ajansa Mezopotamyayê (MA) dixebitî. Nûçeyên di MA’yê de hatine weşandin weke sûc hatin nîşandan. Navê rojnameger Çelîk di nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de derbas bûye û ev jî weke sûc hatiye destnîşankirin. Di fezlekeya nav îdianameyê de nûçeya ANF’ê ya bi ser navê “Gunay: Hûn dê îro jî nekarin çapemeniya kurd bêdeng bikin” a di 29’ê adara 2023’yan de hatiye weşandin, nûçeya MA’yê ya bi sernavê “Îdianameya 20 rojnamegerên tên darizandin hate amadekirin”,  nûçeya ANF’ê ya bi ser navê “Ji bo rojnamegerên kurd ên dîlgirtî li 3 bajaran çalakî” ya di 16’ê îlona 2022’yan de hatiye weşandin û nûçeya bi sernavê “Dozgerê 9 meh in îdianameya rojnamegeran amade nekiriye: Materyalên dijîtal pir in” di 9’ê adara 2023’yan de li ser malperên MA û ANF’ê hatine weşandin weke sûc hatine nîşandan.

Balkêşe ku dozger ji ber nûçeyên MA’yê derheqê Çelîk de çêkirine weke “rêxistin xwedî li Çelîk derketiye û hewl dide kirariyên edlî yên derheqê wî de bêîtîbar bike” nirxand. Îdianameya bi daxwaza yekkirina dosyayan hatiye amadekirin ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin.