17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi şikandina tecrîdê jiyan azad dibe

Nûnerên rêxistinên jin ên Amedê, beriya konferansa mezin ku di îlonê de li Enqereyê pêk bê civiyan. Jinan diyar kirin ku jin dikarin bi şikandina tecrîdê azad bibin

Nûnerên jin ên rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Amedê, beriya konferansê civînek li dar xistin. Jinan di civînê de diyar kirin ku ew ê rêxistinbûnê berfireh bikin û gotin: “Êm ê bi rakirina tecrîdê jiyana xwe azad bikin.”

Nûnerên jin ên Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, beriya konferansa mezin a li Enqereyê pêk bînin, bi rêxistinên jinan re civiyan. Civîn li eywana civînê ya li Şaxa Hejmara 1’ê ya Egîtîm Senê pêk hat. Di civînê de pankarta “Bi serhildan rexistin e, em azadiyê diparêzin” daliqandin. Civîna bi şîara “Em bi serhildanê xwe birêxistin dikin, azadiya xwe diparêzin”pêk hat, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn amade bûn. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Adalet Kaya, Sevilay Çelenk, Ceylan Akça, Komeleya Jinan a Rosa û gelek jin jî beşdar bûn.Civînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di civînê axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Polîtîkayên tecrîda mutleq a girankirî ya ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û li ser tevahiya civakê belav bû, bi rengê xwe yê herî hovane berdewam dike. Tecrîd hema bêje bûye rejîm. Bêyî rakirina polîtîkaya tecrîdê, tundî û qetlîamên li ser jinan, xizanî, betalî û kedxwarî wê her berdewam bike û kûrtir dibe. Divê em bi hev re plansaziya çalakiya xwe ya berbiçav derxînin holê ku li dijî şer û polîtîkayên tecrîdê yên bi destê desthilatdariya mêr a AKP-MHP’ê ya li ser kurdan tê meşandin xeta herî xurt a têkoşînê ava bikin û bi rakirina tecrîdê jiyana xwe azad bikin. ”

Tekîn anî ziman ku ew ê hevgirtina jinan zêde bikin û got: “Ji bilî têkoşînê ti çareya me nemaye. Em ê bi berfirehkirina rêxistina xwe ya jinan xwe biparêzin. Em jin dê bi hev re jiyana demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan ava bikin.”

Piştî axaftina desptêkê di civînê de rexne û xwerexnekirin hatin kirin û nîqaşên li ser pêvajoyê hatin kirin. Bi hilbijartina delegeyan re civîn bi dawî bû.