2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan ji bo cenazeyê zarokên xwe teşhîs bikin xwîn dan

Malbatên ku ji Wan û Farqînê hatin, ji bo cenazeyên zarokên xwe yên li Farqînê jiyana xwe dest dan wergirin, hatin Saziya Tipa Edlî û mînaka xwînê dan

Malbatên Koç û Saygi ku ji Wan û Farqînê hatin Amedê ji bo 3 endamên HPG’ê yên di 26’ê Tebaxê de li Navçeya Farqînê jiyana xwe ji dest dan, ketin şopa cenazeyan. Malbat çûn Saziya Tipa Edlî ya Amedê û mînaka xwînê dan.

Li mezraya Baneydanê ya gundê Hêlînê yê navçeya Farqînê ya Amedê leşkeran di 26’ê tebaxê de êrîşê konen koçeran kirin. Di êrîşê de 3 endamê HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê leşkeran 5 koçer bi îşkenceyê binçav kirin û hê jî tu agahî ji wan tune. Ji malbata Koç ku ji Wanê hatibû Ahmet Koç û ji malbata Saygi ku ji Farqînê hatibû Fatma û Cemîl Saygi; ji bo teşhîsa cenaze bike, ewil çûn serdozgeriya komarê û pişt re çûn Saziya Tipa Edlî. Malbata Koç û Saygi ji bo cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin mînaka xwînê dan Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Malbata Koç piştî mînaka xwînê dan, dîsa zîvirîn Wanê.

Bavê HPG’î Ahmet Koç  piştî serdanê dîsa vegeriya Wanê. Dayik û Bavê Saygi Fatma Saygı û Cemîl Saygi jî piştî mînaka xwînê dan vegeriyan Farqînê. Malbatan anîn ziman ku ew ê li benda encama testa DNA’yê bin.