7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona HSD’ê bi daxwaz û piştgiriya eşîran hatiye destpêkirin

Şervanên HSD`ê yên beşdarî Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bûne, diyar kirin ku ev operasyon li ser daxwaza rûspiyên eşîrên Dêrazorê hatiye destpêkirin

Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li herêma Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û bazirganên hişbirê daye destpêkirin, di roja 3`emîn de dewam dike.

Şervanên HSD`ê yê beşdarî operasyonê bûne ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku operasyon li ser daxwaza gel û eşîrên Dêrazorê hatî destpêkirin.

Şervanan destnîşan kir ku operasyon baş bi rêve diçe û encamên erênî bi dest dixe û gotin: “Em ê heta paqijkirina herêmê ji hemû şaneyan, operasyonê bidomînin.”

Şervanan bi bîr xist ku şaneyên DAIŞ`ê ji bo derxistina fitneyê rûspiyên qebîl û eşîrên herêmê û bi taybet ên gundewarê Dêrazorê dikirin hedef û bal kişandin ku çeteyên DAIŞ`ê dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin, lewma ji bo mayîndekirina ewlehiyê li Dêrazorê ev operasyon hatî ragihandin.

Şervanên HSD`ê gotin: “Wekî hêzên HSD`ê em parçeyekî gelê hermê ne. Em jî zarokên van eşîran in, em herêmê diparêzin. Eşîr jî piştgiriya me dikin.”