7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger xwest 3 rojnameger bên girtin

9 rojnamegeran li dozgeriyê îfade dan. Dozger ji bo rojnameger Mehmet Aslan, Erdogan Alayumat û Esra Solîn Dal daxwaza girtinê kir û sewqî dadgehê kir.

Polîsan di serdegirtinên malan ên di 23’yê nîsanê de li Stenbolê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayûmat, li Enqereyê nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak binçav kiribûn. Polîsan piştî îfadeya li midûriyeta polisan, rojnameger sewqî Edliyeyê kirin.

Nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan ji Edliyeya Enqereyê, rojnameger Kaynak jî li Edliyeya Rihayê bi rêya SEGBÎS’ê îfade dan dozgeriyê. Rojnamegerên din sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin.

Îfadeyên rojnamegeran ên li dozgeriyê temam bûn. Rojnameger ji ber nûçeyên çêkirin, axaftinên li ser telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan re kirin û parvekirinên li ser medyaya dijîtal a X’ê hatin pirsîn.

Dozgeriyê rojnameger Mehmet Salan, Esra Solîn dal û Erdogan Alayumat bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Rojnamegerên din jî bi daxwaza kontrola edlî hatin berdan.