8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredarên Amedê pirsên rojnamegeran bersivandin

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê ragihandin ku heta niha 3 milyar û 345 milyon TL deyn tespît kirine roj bi roj wêrankirin û talankirina qeyûman li şaredariyan kiriye yek bi yek tê tesbîtkirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serra Bucak û Dogan Hatun, li Sumer Parkê bi rojnamegerên re hatin gel hev.

Hevşaredar Serra Bucak di bernameyê de diyar kir ku hejmartina envanteran û neguhêzbaran didome û got: “Di pêvajoya 8 salan a qeyûm de avahiya xizmetê ya şaredariya me û hemû xebatên me di serî de çapemenî, ji hemû dînamîkan re girtî bû. Em ê vê rewşê biguherînin. Em ê hemû deriyên şaredariyê di serî de çapemenî, li her kesî vekin.” Bucak, diyar kir ku dê li gel konseyên bajar û meclisên şêwirê yên bajar li hemû qadan bi hev re xebatan bimeşînin.

Bucak, da zanîn ku deynê qeyûm li pey xwe hiştî û yê ku wan tespît kirî 2 milyar û 438 milyon TL ye. Bucak, got ku deynê îhaleya wê hatiye kirin û li yekîneyên muhasebeyê qeydkirî jî 3 milyar û 640 milyon TL ye. Bucak, diyar kir ku reqemên behsa xeberê, kirariyên berdewam in. Bucak, got ku li 4 daîreyan îhale hatine kirin û ev hêj li muhasebeyê nehatine qeydkirin û xebatên wan ên têkildarî vê mijarê didomin.

Bucak, diyar kir ku deynê Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) 907 milyon TL ye û axaftina xwe wiha domand: “Di navbera 31’ê adarê û 8’ê nîsanê de 411 milyon TL hatin xerckirin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, bi awayekî derhiqûqî 411 milyon TL pere hatiye dayîn. Budçeya diyar a Serokatiya Daîreya Weşan û Têkiliyên bi Gel re 75 milyon û 126 hezar TL ye. Lê vê daîreyê ji 25’ê adarê ve ji bûdçeyê 46 milyon û 64 hezar TL pere xerc kiriye. Ev yek ji sedî 61.32’ê bûdçeyê ye. Ev bû du hefte me mazbata wergirtine lê van ewqas ji bûdçeya çapemenî weşanê xerc kirine. Dayîna hinek deynan jî ji bo piştî hilbijartinê hatine hiştin.”

Hevşaredar Dogan Hatun jî têkildarî hinek neguhêzbaran agahî dan. Hatun, diyar kir ku qeyûm 44 neguhêzbar dewrî miftîtiyê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar, Midûriyeta Ciwan û Sporê, Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar û Qeymeqamtiya Çinarê kiriye. Hatun, da zanîn ku 13 neguhêzbar hatine firotin û wiha pê de çû: “Li Peyasê 97 donimên erdê weke qada vîllayan hatiye firotin. Xebatên ji bo tespîtkirina dahatan didomin. 15 neguhêzbar jî bi protokolê hatine dewrkirin.”

Hatun, daxuyand ku ji 15 neguhêzbaran 12 jê di 28’ê adarê de bi protokolê hatine dewrkirin û wiha domand: “Têkildarî hemû neguhêzbaran, parêzerên me biryarên meclisê vedikolin. Dê kirariyên îdarî û hiqûqî dest pê bikin. Armanca me ew e ku hemû neguhêzbaran ji bo careke din ji xizmeta gel re bên bikaranîn birêve bibin. Di heman demê de bûdçeya şaredariyê ya 2024’an jî 12 milyar TL ye.”

Hevşaredar Bucak piştre pirsên rojnamegeran bersivand. Bucak, anî ziman ku li beşa agirkujiyê tu wesayîtên bixebitin nehatine hiştin û dereskeyên bigihijin qatên jor ên avahiyên bilind jî tune ne.