17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger îdianameya rojnameger Gok û Orûç şand dadgehê

Îdianameya rojnamegerên girtî Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Orûç ku girtî ne bo dadgehê hat şandin.

Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok û nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Orûç di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê nîsanê de dabû destpêkirin, di 27’ê nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Abdurahman Gok û Mehmet Şah Orûç de jî îdianame amade kir. Dozger îdianameya Orûç şand 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û îdianameya Gok jî şand 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.

 Nirxandina girtinê

Tê payîn her du dadgeh jî îdianameyan qebûl bikin û girtina Gok û Orûç li ber çavan bigire û binirxîne.

Hêjayî gotinê ye ku nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer jî ku li gel Gok û Orûç hatibû girtin, îro îdianameya wê ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û biryara berdana wê hat dayîn.