2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nebiyê Şêx Seîd: Bidarvekirina ebedî tescîl kirine

Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo redkirina serlêdana wan a cihê diyarkirina gora kalê xwe ev tişt got: “Bi israr li ser îmhakirina kurdan disekinin. Ev tê wê wateyê vana bidarvekirina ebedî tescîl kirine.”

Baroya Amedê, Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd, nevî û vasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo diyarkirina cihê gora Şêx Seîd ku di sala 1925’an de bi 46 hevalên xwe re li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatibû darvekirin, serî li Wezareta Karên Hundir dabûn. Lê wezaretê bersiv nedabû serlêdanê. Li ser vê gilîkeran serî li 5’emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê dabûn. 5’emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê, bi hinceta daxuyaniya Wezareta Karên Hundir “qeyda arşîvê ya der barê cihê goran de tunneye” serlêdanê red kir.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, der barê vê biryarê de ji rojnameya me re axivî. Firat, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew bi salan e li pey şopa gora kalê xwe Şêx Seîd e û wiha axivî: “Ev biryar tê vê wateyê sed salên ewil çawa ku kurdan înkar kirine û ji bo îmhayê biryar dane, dîsa ev tişt li ser kurdan dewam dike. Bi israr li ser îmhakirina kurdan disekinin. Ev tê wê wateyê vana bidarvekirina ebedî tescîl kirine. Dibêjin em bi tu şêweyî we qebûl nakin û we înkar dikin. Têde ne edalet ne hiqûq û ne jî mafên mirovan heye yanî ev karekî wehşî ye tê kirin.”

‘Em ê terka vê têkoşînê nekin’

Firat, destnîşan kir ku wê heta dawiyê li ser şopa Şêx Seîd bin û heta ku cihê gora wî nebînin ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha pêde çû: “Em ê li ser daxwazan bisekinin û israr bikin. Heta ku hiqûqên daxilî de çi hewce bike em ê bidomînin. Ji vir şunda jî ger tu bersivekê nedin jî em ê muracaetên xwe li hiqûqa navneteweyî bikin. Ew jî nebe em ê li gor berxwedana xwe helwest û nêrînên xwe bînin ziman. Em ê bi tu awayî jî terka vî tiştî nekin. Ev wesiyeteke ji bo me. Heta dawiyê em ê têbikoşin an ew ê mecbûr bimînin cihê gorê ji me re diyar bikin an jî em dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji ber ku em jî warisên wan şehîdane û em ê li rol û rêya wan xwedî derkevin.”

‘Xwedî derketin’

Di dawiya axaftina xwe de Firat, ev bang li gelê kurd kir: “Banga min ji bo gel ev e ji ber ku ev mesele ne meseleyeke me ya şexsî ye. Meseleya civak, gel, hebûn û tunebûna neteweyekê ye. Cangoriyên me ji bo gelê xwe bîr û baweriyê jiyan, can û malê xwe feda kirine. Ji bo ku em jiyaneke serbixwe, bi rûmet, azad bi dest bixin ji bo wî xwe feda kirine. Îro li ser me û li ser hemû civakê wacibe em vêya bidomînin. Pêwîst e civaka gelê kurd li ser vê meselê bifikire. Ji ber ku rewşeke hesas e em lê xwedî derkevin.”  AMED