6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Bêrîtan Canozer tê berdan

Piştî du mehan ji bo nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer biryara berdanê hate dayîn.

Di 25’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de li gelek bajaran bi ser gelek malan de hatibû girtin û parêzer û rojnameger jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinê Nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer bi 4 hempîşeyên xwe re hatibû girtin. Piştî du mehan derheqê rojnameger Canozer de biryara berdanê hate dayîn.

Derheqê Canozer de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dozname hatibû amadekirin û doozname ji hêla 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatibû qebûlkirin. Şandeya dadgehê li ser dosyayê lêkolîna girtîbûnê kir û ji bo Canozer biryara berdanê bi şertê kontrola edlî da.

Di biryara tehliyeyê de hatiye gotin ku delîlên şênber tunene ku rewşa delîlan biguhere, delîlên şênber ên ji bo îxtîmala wesfa sûcê pê tê tawanbarkirin nînin û tu delîlên şênber nînin ku Canozer bireve yan jî delîlên heyî tune bike.

Tê payîn ku piştî biryar ji girtîgehê re bê şandin dê Canozer were berdan.