5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ranyayê semînera ‘Piştî 100 salên Peymana Lozanê, Kurdistan’

Bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê, Koma Koşan a li Ranyayê semînerek hevbeş lidar xist. Her wiha hate ragihandin ku divê Kurd ji xeletiyên berê sûd werbigirin û ji bo başkirina rewşa kurdan yekgirtinê ava bikin.

Duh êvarî Koma Koşan a li Ranyayê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, li hola Pirtûkxaneya Giştî ya bajarokê Ranya navenda îdareya Raperîn bi dirûşmeya ‘Piştî 100 salên Peymana Lozanê, Kurdistan’ bi beşdarbûna her du kesayetên siyasî yên kurd Hakim Şêx Letîf û Kameran Mentik semînerek lidarxist.

Di destpêka civînê de Dr. Kameran Mentik axivî û wiha got: “Yek ji pirsgirêkên herî mezin yê kurdan ew e ku hîna pirsgirêka xwe tênegihiştine. Di nava 100 salên borî de fikra kurdî li ser heman rêgehê xebitiye, çawa Lozanê xwendine, heman şêweyî bûyerên din jî wiha nêz bûne. Ji ber wê yekê negihiştine wê astê ku pirsgirêka xwe bizanin. Divê em derfeta Lozanê ji bo rexnekirina bîrkirina sedsalekê bikar bînin.”

Dr Kameran Mentik der barê Peymana Lozanê de jî wiha axivî û wiha got: “Lozan encama qonaxa şerê dijwar a dewletan a piştî şerê cîhanê yê yekemîn e. Çima Kurd nekarîn tiştekê bi dest bixin, ji ber ku yên beşdarî şer bûyîn para wan di serkeftinê de hebûn. Lê kurd xwe dan aliyê Osmaniyan. Piştî şer jî kurdan nekarî xweseriyek ji xwe ava bikin ku dixwest lîstîkên siyasî bilîze ew ji hev cuda bû. Di vê demê de du rêyên Kurdan hebûn. Yan Kurdan wê daxwaza desthilatiya xwe kiribana yan jî wê wek neteweyên din daxwaza dewletekê kiriba. Nakokî û pevçûnên navxweyî li ser her du rêyan de rewşê ber bi parçebûnan nava Kurdan de bir û ev yek bû sedem ku Kemalîst hêsantir bikarin hêz, hizb û komên hatin avakirin ber bi aliyên xwe ve bikêşin. Mixabin siyasetmedarên kurd yên wê demê jî ne durust bûn.”

Hakim Şêx Letîf jî der barê peymana Lozanê de wiha got: “Em vê Peymanê bîrtînin ku jê sûd werbigirin. Ji bo wê girînge ku em bizanin em ê niha çi bikin. Mustefa Kemal  dirûşma Osmaniyan zindî kir û dixwest vegere pêşiya Peymana Lozanê. Ger Kemal Atatûrk bi vê stratejiyê Tirkiyeya niha avanekiriba, niha Erdogan nedikarî hêzek wiha hebe û ji aliyê hêzên cîhanê ve ne dihat hesibandin. Divê em xwe ji vê rewşê rizgar bikin, siyasetê bi xwe bixwînîn û li gel yên serkeftî bin. Divê em xwedî îrade bin. Dijmin 100 sal in, ji bo tunekirina sembolên ku me wek netew avakirine, dixebitin. Ji bo wê divê piştgirî û parastina sembolên manewî yên xwe bikin. Dema ku em ji Lozanê dest vale vegeriyan, rastiya siyasetmedarên me yên wê demê nîşan da. Niha rewş xirabtire. Heta ku em vê yekê çareser nekin, em nikarin encamek cudatir bidestibixin.”