19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger ji bo ‘Doza Akademiya KCK’ê’ 255 sal ceza xwest

Dozger, di “Doza Akademiya KCK’ê” de mutalaaya xwe da. Di mutalaayê de nivîskar Haydar Ergul, rojnameger Ahmet Bîrsîn û xebatkara Kovara Jineolojiyê Şayma Kantarci jî di nav de ji bo 17 kesan bi giştî 255 sal cezayê hefsê xwestin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, di 28’ê tîrmeha 2017’an de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinê de li gel endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), her wiha edîtorê Kovara Demokratîk Modernîteyê Haydar Ergul, rojnameger Ahmet Bîrsîn û xebatkara Kovara Jineolojiyê Şeyda Kantarci jî di nav de bi giştî 21 kes hatin binçavkirin. Di îdianameya Ergul, Bîrsîn û Kantarci de îdiayên “endamtiya PKK’ê” hatin kirin. Xebata perwerdeyê ya Akademiya Siyasetetê ya DBP’ê di sala 2016’an de li Bagcilarê weke hinceta vê îdiayê hate nîşandan.

Di îddianameyê de têgehên weke serdema civakên bêdewlet, nêçîrvanî, komkerî, jiyana bicihûwarbûnê, serdema neolîtîkê, totem, şamanîzm û zerdeştî weke “têgehên bîrdoziya rêxistinê” hatin nirxandin. Her wiha dozger gotina “gerîla” ya ji bo endamên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dayîn jî weke sûc nirxand. Di heman demê de hejmarên Kovara Jineolojiyê jî weke sûc hatin nîşandan. Cihdayîna DÎAYDER, KCD û KJA’yê û kampanyaya “Malbatên Xwîşk û Bira” jî di îdianameyê de cih girt.

Dozger guh neda rapora kesê pispor

Parêzeran bal kişand ser rapora kesê pispor a di danişîna 21’ê hezîrana 2022’yan de li Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatiye dîtin û gotin ku dengê tê îdiakirin ê Ergul e, ne yê Ergul e. Di danişîna 16’emîn a di 27’ê cotmeha 2022’yan de hatiye lidarxistin de jî ji bo amadekirina mutalaayê doz ji Serdozgeriya Komarê re hatibû şandin. Dozgeriyê di 13’ê sibatê de mutalaaya xwe amade kir û pêşkeşî dadgehê kir. Tevî rapora kesê pispor jî, dozger îdia kir ku dengê di qeydê de yê Ergul e. Her wiha derheqê rojnameger Bîrsîn de jî mutalaa hat amadekirin ku ne îfadeyên wî hatine girtin û ne jî hatiye darizandin. Di mutalaayê de dozger bi îdiaya “endamtiya PKK’ê’, ji bo Eşref Yaşar, Mehmet Şah Guneş, Sedat Çayci, Mevlut Aykoç, Mehmet Şîrîn Aykol, Ahmet Saginç, Ercan Dogru, Aygul Turhan, Mûstafa Elma, Şeyma Kantarci, Îskender Karakoyun, Munevver Îlîngî, Haci Aslan, Abdullah Geldî, Ahmet Bîrsîn, Haydar Ergul û Aysel Dîler ji 127 salan heta 255 salan cezayê hefsê xwest. Danişîna dozê taloqî 23’yê sibatê hate kirin.