28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger ji bo Emîne Şenyaşar ceza xwest

Di doza bi hinceta ku “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye” li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin de dozger xwest Emîne Şenyaşar bê cezakirin.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar li navçeya Pirsûs a Rihayê ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Bi hinceta “Heqaret li Yildiz kiriye”, derheqê Şenyaşar de doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hat lidarxistin. Emîne Şenyaşar tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Ahmet Taş û Alî Arslan amade bûn.

Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî dozger mutalaa pêşkeş kir. Dozger, bi îdiaya “heqaretê” xwest ki, 3 mehan heta 2 salan cezayê hefsê yan jî cezayê pereyan li Emîne Şenyaşar bê birîn.

Piştre jî ji parêzerên Şenyaşar Ahmet Taş axivî û ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest. Parêzer Alî Arslan jî xwest daxwazên wan ên di rûniştina din de hatine kirin bên nirxandin û got ku dê piştre parastina xwe bikin. Dadgehê, piştî navberê biryar da û danişîn taloqî 20’ê kanûnê kir.

Bi heman sedemên dişibin hev, ji 9’ê adara 2021’ê ku Nobeta Edaletê dest pê kiribû heta niha derheqê Emîne Şenyaşar de 31 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van 10 jê veguherîn dozê.