12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo çûna Îmraliyê ÎHD’ê serî li Wezareta Edaletê da

ÎHD'ê ji bo heyetekê bişîne Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê girtin, serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo heyetekê bişîna Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê girtin, serî li Wezareta Edaletê da. ÎHD’ê di daxwaznameya xwe ku radestî wezaretê kir de bi bîr xisti ku têkildarî astengkirina hevdîtinên malbat û parêzeran ên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş gelek serlêdan li komeleya wan hatne kirin.

Di berdewama daxwaznameya xwe de ÎHD’ê der barê serlêdanên li wan hatine kirin de ev agahî dan: “Yên ku serî li saziyê dan, diyar kirin ku malbat, parêzer, xizm û muwekîlên van kesên weke hikumxwar li saziyê têne hiştin nikarin agahiyê ji wan werbigirin, li saziyê tecrîdeke girankirî heye û xwestin ku heyeteke serbixwe biçe Saziya Înfaza Ceza ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Li gel vê yekê girtiyên li saziyên înfazê yên cuda yên name ji komeleya me re şandin, diyar kirin ku ji ber agahî ji Abdullah Ocalan û yên pê re nayê wergirtin, wan dest bi greva birçîbûnê kirine.”

ÎHD’ê di daxwaznameya xwe de xwest ku cihêkariya di sîstema înfaza ceza de tê kirin bê dawîkirin ev daxwaz  ji Wezareta Edaletê kir: “Komeleya me bi wesîleyên cuda gelek caran diyar kir ku girtîgehek ji yek kesî teqez tecrîdeke giran e, ev rewş binpêkirina mafên mirovan ên gerdûnî ye, li dijî mafên hikumxwar û pîvanên girtîgehan e ku ji aliyê Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ve hatine destnîşankirin. Ji ber sedemên li jorê hatin diyarkirin, her wiha li gorî îdîayên serlêdêran, em girîng dibînin ku heyeteke serbixwe û bê alî bê amadekirin û serdana Saziya Înfaza Ceza ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bike. Lewma em dixwazin ku destûr ji heyeteke ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve bê avakirin were dayin ku karibe serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.”