12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Krîterên bernamzetên HEDEP’ê diyar bûn

Bernamzetên HEDEP’ê yên rêveberiyên herêmî dê bi pêşhilbijartina gel ve bên diyarkirin. Zanîna xeta têkoşînê ya HEDEP’ê û nêzikatiya li hemberî pergala hevserokatiyê jî ji wan krîterên esasî ne.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin, zend û bend badan. HEDEP, nêzî sê meh in li qadan dixebite û piştî konferansê bajar, herêm û giştî nexşerêya xwe diyar kir. Komîsyonên hilbijartinê yên bajaran ku piştî Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî hatin avakirin, ji duh ve serlêdanên ji bo bernamzetiyê qebûl dikin. Serlêdanên ji bo bernamzetiyê dê heta 8’ê kanûnê bidomin. HEDEP’ê, piştî rêzecivînên bi gel re û konferansên piştî hilbijartinên giştî li dar xistî, biryara “pêşhilbijartinê” da û diyar kir ku dê namzet ne ji hêla komîsyonên navendî lê ji hêla gel ve bên diyarkirin.

Serlêdanan qebûl dikin

Komîsyonên li bajaran hatine avakirin, ji duh ve serlêdanên ji bo bernamzetiyê qebûl dikin. HEDEP ku girîngiyê dide “Nûnertiya wekhev” û di hemû xebatên xwe de vê krîterê esas digire, di heman demê de li bajaran komîsyonên jinan ên bajaran ava kir. Komîsyonên jinan jî duh xebatên xwe dan destpêkirin. Komîsyon dê li bajarên mezin, bajar, navçe û bajarokan li gorî nûnertiya wekhev tevbigere.

Rêgezên bêalîtiyê

Partiyên di komîsyonên navendî û bajaran de cih girtin, bi baldariyeke mezin hatin jêgirtin. Endamên komîsyonan dê li gorî rêgeza bêalîtiyê tevbigerin. Ji bo vê jî dê endamên komîsyonan nekarin bibin bernamzet. Ne tenê endamên komîsyonê, xizmên wan di asta duyemîn de jî dê nekarin serlêdanan bikin.

Dê bernamzet serlêdanên xwe ji bo komîsyonên bajaran bikin. Bernamzet dikarin ji Hevşaredariya Bajarê Mezin, Hevşaredariya Bajar, Hevşaredariya Navçeyê, Hevşaredariya Bajarokê, Endamtiya Meclisa Giştî ya Bajar, Endamtiya Meclisa Şaredariya Navçeyê û Endamtiya Meclisa Şaredariya Bajarokê tenê dikarin bo yekê serlêdanê bikin. Di vê çarçoveyê de dema forma agahiyan tê amadekirin, kesek ji bo bernamzetiya kîjan pozîsyonê serlêdanê bike dê wê formê tije bike.

Perwerdehiya bernamzetan

Komîsyonên hilbijartinê yên bajaran, piştî serlêdanan dê bi bernamzetan re pêşhevdîtinê bikin. Dê dosyayên bernamzetên li dijî krîterên partiyê tevdigerin lê bên vegerandin û sedemên wê pê re bên parvekirin. Ji bo bernamzetên ku serlêdanên wan hatine qebûlkirin jî di navbera 10-14’ê kanûnê de têkildarî pêşhilbijartin û polîtîkayên partiyê perwerde bê dayîn.

Gel dê namzetan diyar bike

HEDEP dê li hemû bajarên mezin, bajar, navçe û bajarokên ku îxtîmala serkeftina wê zêde ye bi pêşhilbijartinê li dar bixe. Namzet, dê bi rêya pêşhilbijartinê bên diyarkirin. Di diyarkirina namzetan de dê “lihevkirina bajar” esas bê girtin. Namzet dê li gorî taybetî û daxwaza bajar, bi rêya “delegasyona gel” an jî “Sehîkirina meyla herêmê” bên diyarkirin. Wisa tê plankirin ku karûbarên namzetên ji hêla delegasyona gel ve tên diyarkirin di navbera 16-24’ê kanûnê de bên temamkirin û li cihê ku namzet dê bi sehîkirina meyla herêmê bên diyarkirin jî roja dawî 28’ê kanûnê ye.

Dê ji bo bernamzetiya şaredariyên bajarên mezin û yên bajar, navçe û bajarokan û endamtiya giştî ya bajar û endamtiya meclisa şaredariyê çendek krîter esas bên girtin. Yek ji krîterên diyarker jî gunavbûna bernamzetan a ji bo “pergala hevserokatiyê” ye. Her wiha helwesta zelal a li dijî polîtîkaya qeyûm jî dê esas bê girtin. Her wiha divê bernamzet di mijara xeta têkoşîna dîrokî ya HEDEP’ê û têkoşîna demkî de şareza bin. Di heman demê de tecrûbe û zanebûna bernamzetan a têkildarî rêveberiyên herêmî yên demokratîk jî dê esas bê girtin. Yek ji krîteran jî ew e ku namzet têkildarî pirsgirêkên civakî yên herêma ji bo wê serî lê dane serwext bin û ji bo çareseriyê xwedî plan û proje bin. Krîtereke din a girîng jî ew e bê ka bernamzet ziman û çanda herêma xwe dizanin an na.

Dê serlêdanên kesên sekn û tevgerên wan ên li dijî bername û rêgezên HEDEP’ê hatine tespîtkirin, yên li dijî bernamzetan propagandaya reşkirinê dikin, yên agahiyên nerast parve dikin, ên zimanekî cihêkar bi kar tînin, yên berjewendî û sozên şexsî derdixin pêş, yên di demên berê di mijara pergala hevserokatiyê de xwedî pratîkeke nebaş, yên rabûrdiya wan a pirjinî, bihêwî û tev li sûcên li dijî civakê (tacîz, destdirêjî, tiryak, tevecîtî) bûne neyên qebûlkirin. Heke piştî serlêdanê bên tespîtkirin jî dê dosyayên wan lê bên vegerandin.

Heqê serlêdanê

Dê ji kesên bo bernamzetiya şaredariya bajarê mezin serlêdanê dikin 20 hezar TL, ji yên hevşaredariya bajaran 10 hezar TL, ji yên hevşaredariya navçeyan 5 hezar TL, ji yên hevşaredariya bajarokan 2 hezar û 500 TL, ji bo namzetên endamtiya şaredariya navçeyan hezar û 500 TL, ji yên endamtiya şaredariya bajarokan hezar TL û ji yên endamtiya meclisa giştî ya bajar jî hezar û 500 TL pereyeke temsîlî were standin. Kesên ji bo bernamzetiyê serlêdanê dikin divê pereyê hatiye diyarkirin bişîne hesaba fermî ya partiyê, di dema serlêdanê de vê dekontê radestî komîsyona hilbijartinê ya bajar bike. Peredeyîna jinan, ciwanên di bin 25 saliyê de û astengdaran mecbûrî nîne.