28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mudaxileyî dîmenên doza Tahîr Elçî hatiye kirin

Di doza qetilkirina Tahir Elçî de rapora TUBÎTAK’ê gihişt ber destê şandeya dadgehê. Di raporê de hat gotin ku dîmenên sala 2010’an e û parêzeran jî gotin ku mudaxileyî dîmenan hatiye kirin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hate qetilkirin. Derheqê qetilkirina Elçî de doz hatibû vekirin û 9’emîn danişîna doza li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome. Polîsên ku negirtî tên darizandin Sînan Tabûr, Mesût Sevî û Fûat Tan bi sedema “ji ber qisûra xwe bûn sedema mirinê” tên darizandin. Di vê danişînê de rapora TUBÎTAK’ê gihişt ber destê şandeya dadgehê.

Danişîn, bi parastina parêzeran dest pê kir. Parêzera Elçî, Gamze Yalçin îlboga diyar kir ku di cînayeta Elçî de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û wiha got: “Delîl nehatin komkirin an jî parastin. Qalikên guleyan û serkê fîşekan ên li cihê bûyerê nehatin komkirin. Delîlên ku dê faîl derxînin holê, li kolanê hatin hiştin. Ji ber ku delîl nehatin komkirin, di dozê de pêşketinek çênabe. We daxwazên me red kir. Qeydên kameraya Mardin Kebap Eviyê tune ne. 12 saniye jê hatine birin. Di dîmenên kamareya polîsan de 12 saniye hatine jêbirin. Têkildarî kameraya hajmar 4 a Mardin Kebap Eviyê tu lêkolîn nehatin kirin.”

Berteka parêzer Karaman

TUBÎTAK’ê têkildarî dîmenên kameraya hejmar 4 a Mardîn Kebap Eviyê ku delîla cînayetê ye û qada cînayetê kişandiye, lêkolîn kir û rapor amade kir. Di raporê de hat gotin ku dîmenên behsa xeberê yên sala 2010’an e. Her wiha di raporê de hat îdiakirin ku dîmen nehatine jêbirin û mudaxile nehatiye kirin. Parêzer Mahsûnî Karaman bertek nîşanî raporê da û wiha got: “TUBÎTAK, bi lîstikeke Alîcengîz dibêje ku dîmenên Mardîn Kebapeviyê kevn in. Di raporên beriya niha wergirtibûn de eşkereye ku 5 sal û 2 mehan paşde ye. Anku hûn tên roja Tahir Elçî hatiye qetilkirin. Di dîroka qeydên dîmenan de manîpulasyon heye. Gelo ma pêkan e ku tevahiya van çavkaniyên dîtbariyê winda bibin? Em dizanin ku ev cînayeteke siyasî ye. Divê qeydên dîmenan careke din bi hev re bên nirxandin.”

‘Montaja dîmenên polîsan kişandiye hatiye kirin’

Karaman, destnîşan kir ku ji roja cînayet hatiye kirin heta niha hewl dane xwe bigihînin qeydên dîmenên “yekser mudaxile hatiye kirin û reşkirin” û wiha pê de çû: “Heke hûn dîmenên ji hêla polîs ve hatiye kişandin binêrin, pir bi hêsanî fêm dikî ku ew qeydên dîmenan montaj in. Qeyda 12 saniyeyan a di dîmen de montaj e. Dema dengê çekê tê bihîstin polîs dibêje ‘ji qeydê deketim.’ Heke ji qeydê derbiketa dê kamera hinek bileriziya. Di dîmen de montaj heye.” Em dixwazin têkildarî dîmenan careke din rapor were standin.

Danişîn, bi parastinan didome.